Encamnameya Şêwira Jinên Ereb û Êzidî

Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb a 29’ê Çile li Şengalê hatî lidarxistin hat eşkerekirin.

Şengal - Yekem Şêwira Jinên Ereb û Êzidî bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 29’ê Çile bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê mîsoger bike” li Til Izêr a Şengalê hate lidarxistin. Encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb gelek jinên Ereb û Êzidî têde amadebûn hate eşkerekirin.
Encamnameya Şêwira Jinên Ereb û Êzidî ya ji aliyê TAJÊ ve hatî eşkerekirin wiha ye: “TAJÊ piştî fermana 3’yan a Tabaxa 2014’an li Şengalê xwe rêxistin kiriye. Çeteyên DAIŞ’ê di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî bi giştî di qirkirinê re derbas kir. Ji ber ku jin bê rêxistin bû û îradeya wê ji destê wê hatibû girtin, di fermanê de herî zêda bûna qurbanî. Ji bona ku ev qirkirina di şexsê jinê de li ser civakê pêk hatî di cîhanê de weke Jenosayid bê nasîn TAJÊ di hemû aliyan de xebat dide meşadin. Her wiha ji bo qirkirin dubare nebe rêxistina jinên Êzidî û hemû jinan hedef dike, bi rêxistinên jin yên heyî re peywendî didane û xebatên hevbaş dide meşandin. Bi armanca ku qirkirina li ser jinên Êzidî û civaka Êzidî ya di fermana 74’an de pêk hatibû di asta Iraqê û cîhanê de were nasîn, her wiha naskirina  rêxistinbuna jinên Êzidî ya di warê parastin, siyaset, civakî û îdareyê de ku piştî fermanê hatine ava kirin, 29’ê Çile li navçeya Til Izêr a Şengalê bi pêşengiya TAJÊ  şêwra jinên Êzidî û Ereb hat li darxistin. Şêwir bi mijar û niqaşên girîng hat derbaskirin.”
Di encamnameya Şêwira Jinên Êzidî û Ereb a bi pêşengtiya TAJÊ hatî lidarxistin de ku bername û pilansaziyên nû dan pêşiya xwe wê ev xebat di demê pêş de werin kirin:
“Bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb dê hemû jinên Iraqê yên ji hemû pêkhateyan ji bo xwe gihandina azadiya jinê û parastinê bi hev re têkoşînek bihzê bidin meşandin.
Komîteyek amadekar a ji jinên Êzidî û Ereb ji bo amadekarî û xebatên komcivîneke din a li Bexda bê li darxistin hat avakirin.
Ji bo êrîş û qirkirina li ser jinê diwam dike weke jenosayd were qebulkirin dê xebatek hevbeş were meşandin. Hewldana xurtkirina xebata yekîtiya jinan dê li her derê were meşandin.
Ji bo rawestindina şîdeta li ser jinê û hilweşandina zêhiniyeta mêr û dewletê têkoşînek hevbeş were meşandin.”