Rojnamevan Nurcan Yalçin serbest hat berdan
Rojnamevan Nurcan Yalçin a 4'ê Sibatê li Amedê hatibû binçavkirin û ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Amed - Rojnamevan Nurcan Yalçin ku di 4'ê Sibatê de li Amedê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, piştî karê li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî bi şertê kontrola edlî Nurcan Yalçin serbest berda.