Encamnameya 9’mîn Civata Giştî ya Kongra Star hat ragihandin

Kongra Star a Rojava encamnameya 9’emîn Civata Giştî ya duh li Hesekê hat lidar xistin aşkere kir.

Hesekê – Kongra Star a Rojava bi dirûşma dirûşmeya ‘Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Em ê Serhildana Jin Jiyan Azadî Bi Ser Bixin’ duh bi beşdarbûna hezar delegeyên ji tevahî jinên ji pêkhateyên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’emîn Civata xwe ya Giştî li Hesekê li darxist. Kongra Star encamnameya xwe ya 9’emîn Civata Giştî ragihand.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku 9’emîn Civata Giştî ya Kongra Starê di 15’ê Çileya 2023’an de di bin dirûşmeya ‘Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Emê Serhildana Jin Jiyan Azadî Bi Ser Bixin’ bi tevlîbuna 1000 delege hate lidarxistin û wiha hat gotin: “Kongreya me di şexsê Şehîd Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Jiyan Tolhildan, Dilar Haleb, Zeyneb Sarûxan, Nagîhan Akarsel, Diya Hogir û Çîçek Harûnî de hemû pakrewanên nemir ên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û soza xwe ya pêkanîna xeyal û hêviyên wan dubare kir. Civata me ya Giştî hemû şervanên YJA-Star û HPG’ê ku di nav berxwedana dîrokî ya Zap, Metîna û Avaşînê de gihiştin şehadetê bi rêz û minet bi bîr anî û gerîlayên modernîteya demokratîk ku li Qadên Parastina Medya şerê qirkirinê vala derxistin silav kir. Dîsa têkoşîna xweparastina jinê bi pêşengtiya YPJ û HPC-Jin hate silav kirin û biryarê xurtkirina hêza parastina cewherî hate dayîn.”

Formula efsûnî ya Jin Jiyan Azadî

Di encamnameya ku tê de hat gotin “9’mîn Civata me ya Giştî di pêvajoyeke ku li dor formula efsûnî ya Jin Jiyan Azadî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de serhildanên gel ên di pêşengtiya jinan de pêş dikevin, kom bû” de wiha hat gotin:

“Kongra Star di kesayeta Jîna Emînî de tevahî jin û xortên leheng ên di hemleya berxwedana nû û azadbûnê ya şoreşa jinê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û kongreya xwe ya 9’mîn diyarî wan û berxwedêrên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.   

Rêxistinên jin ji Îran, Efxanistan, Rojavayê Sehra, Lubnan, Ewropa û Amerîka Latîn bi peyamên xwe bi dîmen Kongra me silav kirin û serkeftin xwestin. Civata me ya Giştî jî li ser asta têkoşîna jinên cîhanê nirxandinên dorfireh kir, biryarên nû ji bo avakirina têkilî û tifaqên demokratîk bi rêxistinên jinan re girt û berxwedana jinên cîhanê silav kir.

Bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê

Mîmarê formula Jin Jiyan Azadî, Rêber Apo, ev 22 meh in di bin tecrîdeke mutleq de tê dîl girtin. Di şexsê sekna CPT carek din derket holê ku sîstema tecrît û êşkenceyê ya Îmraliyê weke qadeke derve qanûn hatiye avakirin. Rêber Apo li hemberî vê rastî di nav berxwedaneke dîrokî û bêmînak de ye. Kongreya me berxwedana Rêber Apo li dijî hemû hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêz silav kir û xwe gihand biryardariyê hamleya Dem Dema Azadiyê ye bigihêje asteke ku sîstema Îmraliyê parçe bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.

Biryarên girîng hatin girtin

Civata me ya Giştî ya ku di 18’mîn salvegera damezrandina Kongra Star hate lidarxistin li ser bingeha konferans û civînên salane ya hemû kanton û rehendan biryarên girîng ji bo mezin kirina hêza rêxistinbûna jinê girt. Biryar û plansaziyên hemû konferansên kanton û rehandin ji aliyê Kongreya me hatin erê kirin. Dîsa plansaziyeke taybet hate derxistin. Bi şiyarê Divê tu jin nerêxistinî nemîne him li Rojava û di asta Sûriyê him jî li dervê de bi hamleyeke birêxistinkirinê di rastiya şoreşa jinê de wê pêşkinîneke nû bê avakirin. Bi armancê xurtkirina aheng û sazûmana di nav karên Kongra Star koordînasyoneke nû ku ji 7 kes pêk tê hate hilbijartin.

Şerê di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst

Kongra me pêşketinên di herêmê me, Rojhilata Navîn û cîhanê de bi berfirehî bi dest girt û tespîtên girîng kir. Girêdayî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn em bi pevçûnên pir alî re rû bi rû dimînin ku bi qasî xeteriyên mezin, derfet û mecalên dîrokî jî bi xwe tînin. Ya berê guhertinê diyar dike têkoşîna di navbera hêzên modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst e. Kombûna me bal kişand li ser girîngiya vê rewşê ji bo pêşxistina têkoşîna azadiya jinê û pêkanîna şoreşa jinê ya ku di çarçoveya heqîqeta Jin Jiyan Azadî de gerdûnî bû. Lêgerîna azadiya jinê di asta cîhanê de bi vê heqîqetê mohra xwe lê da û ev jî hêza belavbûna paradîgma û fikrên Rêber Apo îspat kiriye. Civata me li ser erk û pêwistiya hin bêhtir parve kirina encamên pratîk û teorîk ên şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkê Rojhilata Navîn, bi jinên berxwedêr ên cîhanê biryarên nû girtin.

Êrişên li dijî şoreşê

Kongreya me li ser êrîşên curbicur ên ku li dijî şoreşa me û sîstema me ya demokratîk nirxandinên dorfireh kir. Bi taybet jî girêdayî êrîşên qirker a dewleta Tirk a faşîst, rewşa jin û civak di herêmên bin dagirkeriyê, polîtîkayên hêzên dewlet ên herêmê û navnetewî û li hemberî wan êrîşan asta me ya têkoşînê hate bidest girtin. Kombûna me diyar kir ku encax bi bilind kirina rêxistinbûyîna jinê û hemû civakê li ser esasên şerê gelê şoreşgerî rawestandina êrîşên sîstema qirker gengaz dibe. Kongreya me rol û mîsyona pêşengtiya jinê di tanzîm kirina civakê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî tesdîq kir. Dîsa ji bo xurtkirina têkoşînê li dijî stratejiya bêaxkirin û bêwelatkirinê û polîtîkaya guhertina demografîk biryarên girîng hatin girtin.

Konsepteke stratejîk a nû

Mijarekî din a Kongreya me balkişand ser ev bû ku sîstema dewlet-zilamê serdest di nav hamleyeke dij-şoreşa jinê de ye. Îdeolojiya cinsiyetperest li hemberî qezencên me jinan ketiye nav êrîşeke rêxistinî. Weke Tevgera Jin divê têkoşîna me him şîdeta dewletê him jî hişmendiya zilamê serdest ê di nav civakê bike hedef. Kongra me di derbarê têkoşîneke radîkal li ser konsepteke stratejîk a nû li dijî hemû cûrên tundî û zayendperestî xwe gihand biryardariyê. Di heman demê de tespîtên girîng di derbarê êrîşên îdeolojîk a sîstema modernîteya kapîtalîst bi riya lîberalîzme û polîtîkayên taybet ên li ser jinên ciwan hatin kirin.

Avakirina yekîtiya netewî ya demokratîk

Di berdewamiya nîqaşên Kongreyê de zelalî hat destnîşan kirin ku sîstema qirker xeteriyeke pir mezin ji bo hemû beşên Kurdistanê û destkeftiyên hemû Kurdan bi xwe re tîne. Ji bo parastina destkeftiyên hene û mîsoger kirina statuyeke demokratîk ji bo gelê Kurd pêşxistina siyaseteke netewî acîl pêwist e. Di vê çarçovê de Kongra Star erkê xwe ji bo avakirina yekitiya netewî ya demokratîk carek din teyît kir û bang li jinên Kurd li parçeyên din û li derveyî welat kir ji bo pêşxistina helwesteke xurt li hemberî êrîşên dagirker û xetê hevkar. Kongra me di vê çarçovê de banga kombûna 3’mîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd kir.

‘Jin Jiyan Azadî! Serkeftin ya me ye!’

Sedsala 21. ku sedsala azadiya jin e, di vê sedsalê de jinan; di pêşengiya jinên Kurdistanê de û bi formula azadiyê ya Jin-Jiyan-Azadî careke din îspat kirin ku, ji bo giştî têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya li cîhanê, ew pêşeng in û wê bibin pêşeng. Mîmarê vê pêşengiyê Rêber Apo yê ku bi berxwedana bêhempa ya li hemberî sîstema teslîmgirtin û tecrîta giran raber dike, ne tenê gelê Kurd, ji bo tevahî hêzên modernîteya demokratîk, rihê têkoşîna azadiyê, ra û mêjiyê wê yê sereke ye. Tecrîda li ser Rêber Apo, operasyonên dagirkirinê yên li ser qadên gerîla, êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û amadekariyên dagirkeriyê yên nû, êrîşên qirker li dijî pêşengên jin hemû di nav bergeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de pêş dikevin. Ji ber ku ev êrîş hemû bi hevdû re di nav pêwendî de ne pir pêwist e têkoşîneke biralî, sîstematîk, rêxistî û têkûz hemberî sîstema qirker bê pêşxistin. Wek Kongra Star me di Civata Giştî ya 9’mîn de careke din rol û mîsyona xwe ya dîrokî ya pêşengî rastandin. Bi biryardariyê mezin me bernameya xwe ya têkoşînê nû û erkên demê diyar kir. Li ser vê esasî em di 18’mîn salvegera damezrandina rêxistina xwe de startê pêvajoyeke nû ya têkoşînê û birêxistinbûyinê di asta hamleyeke îlan dikin. Di çarçoveya mîsoger kirina şoreşa jinê û azadkirina jiyanê bi pêşengtiya hêza birêxistî ya jinan Kongra Star wê erkên xwe yên demê teqez pêkbîne.”