Enahîd Qesebiyan: Di bin Rêveberiya Xweser de rêxistinbûna me bersivek dîrokî ye
Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan diyarkir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve xwe li ser siyasetên înkar û îmhayê ava dike û wiha got: “Rêxistinbûyina me di bin sîstema Rêveberiya Xweser de bersivek dîrokî ye.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Dewleta Tirk şeva 23’ê Cotmehê êrişek dijwar li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk anî. Di encam de binsaziya herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye, jin, zarok û ciwan hatin qetilkirin. Li hemberî van êrişan jî rêxistinên mafê mirovan bêdeng in. Têkldarî mijarê Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan ji ajansa me re nirxandin kir. Enahîd Qesebiyan bal kişand jiyana hevpar a di navbera pêkhateyan de di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatiye avakirin û got rêxistinbûna me bersivek dîrokî ya li dijî êrişan e.
Planên îmha û înkarê
Enahîd Qesebiyan da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye pilanên komkujiya sala 1915’an berdewam dike û wiha got: “Ger em li dîroka 1915’an vegerin, em ê bizanibin ku çawa dewleta Tirk bû sedema belavkirin, îmhakirina, talankirin û qetilkirina gelê Ermen ku heta roja me îro jî gelê Ermen bedelê wê didin. Nasname, çand, zimanê netewa Ermen hate windakirin û di nava netewên din hatin helandin. Ev hemû suncên dij mirovî ne ku heta niha bi van êrişên li ser herêmê berdewam dike.”
‘Em hene, kes nikare me tune bike’
Enahîd Qesebiyan diyar kir ku berhemê jinan di Şoreşa Rojava de bersivdayînek li hemberî hemû komkujî û planên îmhakirinê ye û wiha domand: “Em wek Netewên Ermen me hebûna xwe bi pirojeya Rêvberiya Xweser dît, ku bi riya wê civaka Ermen xwe nas kir, xwe birêxistin kir, meclis û yekîtiya jinên Ermen hat ava kirin. Îro em berhemê ked û tekoşîna jinan a Şoreşê ber çav dibînin ku jin bi rêxistinbûyîna xwe di bin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bersivek xurt dide ku êdî em rê nadin îmhakirin, înkarkirin û komkojiyan. Em wekî jinên ermenî hene û emê bi zindîkirina çand û zimanê xwe hebin.”
‘Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî yekîtî û hevgirtina jinan xurt kir’
Enahîd Qesebiyan balkişand ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku felsefeyek têde yekîtî û hebûna jinan li tevahî cihanê daye ava kirin û wiha got: “Jin di Şoreşa Rojava li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî kar û xebatê xwe da meşanidn. Ev felsefe yekîtiya jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriye xurt kir û îro em encamê wê ked û tekoşînê dibînin ku çawa jin li tevahî cihanê vê felsefê dipejrînin û serhildanan di bin vê dirûşmê pêk tînin. Ev gavek serkeftî û pîroze ku sedsala azadiya jin li tevahî cihanê ye. Em jî wekî jinên Ermen hebûn, nasname, dîrok, çand, ziman û komkirina civaka me bi saya vê felsefê pêk hat ev jî bersiva komkujiya 1915’an ku îro jinên Ermen xwedî li civaka xwe derdikeve. “
‘Êriş hevgirtin û felsefeya me dike hedef’
Enahîd Qesebiyan êrişên dewleta Tirk li ser binsaziya Bakûr û Rojhilatê Sûrî şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êrişên dewleta Tirk gelê herêmê dike hedef, ji ber ku binsaziya herêmê xizmeta gelê herêmê dike. Ya girîngtir jî ev êriş deskeftiyên şoreşa jin hedef digre. Em dikarin bêjin ku bêdengiya dewletên Navnetewî jî razîbûna li ser van êrişan nîşan dide. Em derbasî pêvajoyek hesas bûne ku şerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tê kirin lewma êriş hene û li hemberî van êrişan jî bêdengî berdewame. Em bang li tevahî jinan dikin ku di bin vê felsefê de hevgirtina xwe xurt bikin û ji planên qirkirin, îmhakirin û tunekirinê re bibin bersiv.”