Emşa Mûsa a ji ber êrîşan birîndar bû:Bihêlin em bi aramî bijîn

Emşa Mûsa ya 50 salî ku yek ji kesên di êrîşa dewleta Tirk ya li ser gundê Temîm ê navçeya Til Hemîsa Kantona Cizîrê de birîndar bûye, behsa êrîşê kir û got: “Gelo Tirkiyê çi ji me dixwaze. Bihêlin em bi aramî bijîn. Ji derveyî vê çolê tiştek me tune ye.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Di 31’ê Gulanê de, dewleta Tirk êrîşek bi balafirên keşfê yên bê mirov li ser gundewarên Til Koçer û Til Hemisê yên Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama wê êrîşê dê 4 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û 11 welatî ku piraniya wan ji heman malbatê ne bi giranî birîndar bûn. Her wiha Heyva Sor a Kurd dema ku diçû hawara birîndaran ji aliyê balafirê dewleta Tirk ve hat hedef girtin.

‘11 kesên ji heman malbatê birîndar bûn rewşa wan xeter e’

Emşa Mûsa ya 50 salî dayika 3 zarokan e ji gundê Temîm ê girêdayî Til Hemîsa Kantona Cizîrê ye. Êrîş li ser mal û zeviyên wê pêk hatiye, dema ku bi malbata xwe re berê xwe dide ji bo kontrolkirina şewatê careke din dewleta Tirk topbaran dike û di encamê de ew û 10 ferdên malbata xwe birîndar dibin.

Emşa Mûsa hûrguliyên êrîşê anî ziman û got: “Dewleta Tirk du caran êrîşî me kir. Topbarana yekem di demijmêr saet 15:00 de pêk hat, zirar da zeviyên me, dema ku me agirê zeviyan vedimirand, careke din êrîş kir. Rewşa min nebaş e. Gelek hestiyên min ji ber êrîşî şikestine, niha jî emeliyatek ji min re lazim e, ez li bendê me.”

‘Tenê ev çol heye Tirkiye çi ji me dixwaze?’

Emşa Mûsa destnîşan kir ku ew tenê dixwazin debara jiyana xwe bikin, bi aramî dûrî êrîşan û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ew e ku bihêlin em bi aramî bijîn. Tenê ev çol heye, ji bilî wê tiştekî me tune ye, em di nava zeviyên xwe de dixebitin gelo ew çi ji me dixwazin û çima êrîş dikin. Milkên me jî gelek zirar dîtin, nêzî deh çiwal şewitîn tevî makîneyan.”