Emîne Huseyîn: Ez dixwazim xwedî li nirxê şoreşa jinê derkevim

Rojnamevana Kurd Emîne Huseyn ji ber xebatên xwe yên li ser jinên Kurd xelata Anima ya Katalonî girtiye da zanîn ku ewê di pêşerojê de hîn zêdetir li ser mijara parêzvaniya mafê jinan pirojeyan pêşbixe.

EBîR MIHEMED

Qamişlo- Xwedîderketina li şoreşa jinê ya ku deng veda li cîhanê, ne tenê bi jinên Kurdistanê ve sînoredar e. Ji destpêkirina şoreşa jinê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê jinê pêşenga civaka xwe û parêzvana axa xwe bû. Jinên Kurd li welatên derve jî heman hêzê ji bo gihandina rastiya şoreşa jinê û sîstema demokratîk a Rêverberiya Xweser ji cîhanê re nîşan bidin ked dan. Yek ji wan jinan jî Rojnamevana Kurd  Emîne Huseyîn a 34 salî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 16 sal in li Kantona Katalonya ya Îspanyayê dijî ye. Emîne ji bo xebat û nivîsên xwe yên binirx li ser jinên Kurd bi taybet ên Rojava xelat girt û xelata xwe diyarî hemû jinên Rojava kir. Da ku em hîn zêdetir xebat û rola wê di gihandina tiştên ku di Rojava de çêdibe ji welatên derve re gihandina wan biznain Emîne Huseyîn ji ajansa me re axivî.

Emîne Huseyîn wiha behsa jiyan xwe ya kar dike: “Min xwendina rojnamevaniyê bi dawî kir, paşê jî min dest bi xwendina macistir di têkiliyên navdweletî de kir. dema ez di sala 2006’an de li Berşelona bicih bûm, zehmetiyên ku min kişand wekî her koçberekê/î di welatê xerîbiyê de ziman e, li Îspanyayê du zimanên fermî hene û ez fêrî wan bûn da ku ez bikaribim bi rehetî xwendin û jiyana xwe derbas bikim. Ez dikarim bêjim ku gelek salên min bi xwendina ziman, zanîngeh û macistêr derbas bû. Her wiha zehmetiyên hatin kişandin, çawaniya danasîna kesayetî ji bo qebûlkirina vî welatî ji te re, çand, kultûr û armanca te ya bicihkirina welatekî ewropî da ku ew civak te nas bike û qebûl bike. Bêguman civaka Ketelonîya qebûlkirina wê ji gelê kurd û ji jinên kurd re bi taybet piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanêheye û rêzê ji wan re digirin, di heman demê de piştgirtiya wan dike û ev yek jî rê da min ku ez zû zehmetiyan derbas bikim.”

“Xelata min girt, ji bo jinên Rojava ye”

Emîne Huseyîn destnîşan kir xelata ku girt ji bo tevahî jinên Rojava bû û ji bo vê yekê diyarî wan kir û wiha dirêjî li gotinên xwe anî: “Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, karê ku bêtir min dida pêş û nûçeyên ku çêdikir, li ser jina kurd a li Rojava bû û şehîdên ku canê xwe feda kirin ji bo azadiyê û aramiya herêman. Min gelek nivîs li ser van mijaran nivîsand li ser wêbeke onlayn bi zimanê Ketelanî, her wiha di kovarekefêmênîst a bi zimanê Îspanî nivîsand. Di malperê ncivakî de jî ez tiwîter bikar tînim û şopînerên min jî gelek waran hene ji siyasetmedar û parlementeran, û ez jî hewl didim bi riya sosyal mîdya xwe bêtir ektîv bikim û nameya xwe bighînim. Ez bawerim xelata ku min girt jî, encama ked û karê min ê ku ji bo jinan dikir di van hemû salan e, min tu car bawer nedikir ku ez xelatekê bigirim, ji ber ku rastî jî armanca min tenê ez bikaribim xwedî li nirxê şoreşa xwe derkevim. Xelata ku min wergirt li bajarê Ketelonya, diyarî hemû jinên kurd ên Rojava kir, xwesteka min hebû ku ez vê xelatê bi xwe re bînim Rojava û derbasî saziyeke jin bikim lê mixabin derfet tune bû.”

“Civaka Katelonî bi rengekî erênî li sîstema Rêveberiya Xweser meyze dike”                       

Emîne Huseyîn bal kişand li ser civaka Kataln, qebûlkirin û piştgirtiya wan ji gelê kurd re û rêzgitina ji jina kurd re û wiha domand: “Dema ez ji Sûriyê derketim û berê xwe da ewropa, nasnameya min a Sûrî tune bû û ev yek bû sedem ku ez nikaribim xwendina xwe berdewam bikim, û armanca min jî ew bû ku ez bixwînim. Piştî ku şoreşa rojava dest pê kir, gelek nûçegihan li ser rewşa Sûriyeyê dinivîsandin, lê mixabin piraniya wan li tirkiyeyê diman û guhertinên ku li hrêmê çêdibûn, nedibihîstin û nedihatin naskirin. Tevî ku ev 16 sal in ez li welatê xerîbiyê dimam, lê wekî jineke kurd ev guhertin gelek mezin bûn ji bo min, ez jî bi rola xwe min ev guhertin û tiştên heyî pêşkêşî civaka ketelonî dikir û bi wan re parve dikir, her wia#ha gelek konferans ji bo danasîna rola jin û karê wê hatin çêkirin. Gelek tişt an jî bûyer li Rojava çêdibûn belkî li wir bi nêrandineke biçûk dihat meyzekirin lê belê li welatên derve, guhertinên radîkal çêdike. Biryarên ku ji Rêveberiya Xweser hatin derxistin wekî qedexekirina zewaca temenbiçûk yekemîn car guhertinekê di Rojhilata Navîn de ava kir, û civaka ewropî bi rengekî erênî van biryaran dibîne.”

“Min xwest ez bibim parçeyek ji şoreşa jinên Kurd”

Emîne Huseyn diyar kir ku tevî li Rojava nemaye, her dem dixwset ku bibe parçeyek ji şoreşa jin li Rojava û got: “Ez ne li Rojava bûm, min xwest ez bi gelek awayan bibim parçek ji vê şoreşê. Dibe ku min çek û rext ne hildabê û şer nekiribê, bêguman min xwest ez rojekê vê yekê bikim. daxwaza min ew bû ku karê min bibe beşek ji şoreşa Rojava da ku bibe serkeftineke ji bo jinên tekoşer, şehîd û birîndaran. Ez li dijî hevoka “bûyîna dengê jinan”, ji ber ku her jinek dengê wê heye û pêwîste wî dengî derxe. Em di şert û mercên teybet de jiyan dikin û pêdivî bi kedeke mezin heye ji hêla jinan û bi taybet jinên li ewropayê cihê xwe digirin, her jinek li welatên derve dikare tiştekî bike ji bo derxistina bûyer û serkeftinên ku li Rojava rû didin da ku ji civakên cîhanê re bidin xûyakirin û nasîn. Mixabin hin din jî hene ku ev mijar paşguh kirine û rexnên min jî ji bo wan hene û dibêjim ku êdî gereke em hemû bikaribin tiştekî binirx ji bo welatê xwe bikin.”

“Rola ji me tê xwestin gihandina rastiya şoreşa jinê ye”

Emîne Huseyn da zanîn ku erka derxistina rastiya şoreşa jin û bandorkirina welatên ewropî ji me tê xwestin û wiha pêde çû:  tenê li Îspanyayê bi zimanê îspanî diaxivin, gelek welatên Emerîka ya Latînî jî vî zimanî bikar tîne, ev yek dibe sedem ku nûçe bigihin wan û nêrîna şaş ku hatine famkirin li ser herêmên em werin guhertin. Armanca min jî ew  e ku ez rola girîng a jinên kurd pêşkêşî cîhanê bikim û ez bihêvî em ku jinên tevahî welatan bibin mînak û bandoreke erênî li ser civakên xwe bidin çêkirin. piştî girtina xelatê, ez hîs dikim ku barê min girantir bûye, erka ji min tê xwsetin mezintir e û çav jî êdî li ser me hene. Dema ez hatim Rojava û hezkirina mirovan ji vîdyoya wergirtina xelatê didît, pir kêfxweş bûm.”

“Dê gelek piroje û xebatên nû werin destpêkirin”

Emîne Huseyn da zanîn ku di rojên pêş de gelek pirojeyên nû ji bo vê xebatê werin destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Em niha ji pirojeyên nû re amade dikin, em nikarin li ser çapemeniyê parev bikin ji ber ku hîn li ser tê karkirin, gelek tişt hene ku ez dixwazim wan bikim ji bo jina Rojava û tevahî jinên kurd, her wiha ji bo giyanê şehîdan û dayikê wan. Hêvîdarim ev karê ku em dikin bibe alîkar ji bo hemû kesan. Yekemîn car e piştî şoreşê ku ez beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê li Rojava dibim, gelek çalakî hatin lidarxistin. Li welatên ewropî tenê rojekê 8’ê Adarê tê pîrozkirin, li Rojava bi hefteyan çalakî didomin, û ez hêvîdarim ku ev hemû tişt bighêjin welatên cîhanê da ku bizanibin em ne tenê rojekê 8’ê Adarê pêşwazî dikin, lê belê hemû rojên me 8’ê Adarê ne. Ez serkeftinên ji bo hemû jinan dixwazim û ji her jinekê em fêrî tişteke nû û binirx bibin.”