Emîne Şenyaşar: Yên ku sûc dikin li derve digerin lê ji bo îfadeyê gazî min dikin

Emîne Şenyaşar a ku 107 roj e Nobeta Edaletê didomîne bertek nîşanê doza li dijî wê hatiye vekirin da û got:“Yên ku sûc dikin li derve digerin lê ji bo îfadeyê gazî min dikin.”

Enqere-Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 107’an de didome.

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê rizgar bûye û di heman demê de parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Riha ye, di roja 107’an de xwestin bi Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin. Wekî her car îro jî derî ji Emîne Şenyaşar re nehat vekirin.

'Bila kesên sûc kirine bên girtin'

Emîne Şenyaşar a ji Rihayê vegeriya û bertek nîşanî doza "heqareta li karmendekî cemaweriyê" lê hatiye vekirin, da û got, “Yên ku sûc dikin li derve digerin lê ji bo îfadeyê gazî min dikin. Em sê-çar rojan carekê diçin dadgehan. Bila kesên sûc kirine bên girtin. Çima wan nagirin? Dema ew digerin, kurê min di girtîgehê de ye. Ez edaletê dixwazim, deriyên wezaretê kilît dikin. Hemû zarokên min kuştin, bila vî zarokê min bihêlin. Heta ku zarokê min bê berdan ez ê tu carî ji vir neçim.”

'Deriyan kilît dikin û xwe vedişêrin'

Emîne Şenyaşar îşaret bi deriyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ku ji wan re nehat vekirin jî  bi gotina; “Binêrin derî li me girtin. Hema em digihîjin vir, deriyan kilît dikin û xwe vedişêrin. Ev dewlet e an hikûmet e?” berteka xwe anî ziman.

Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çû Meclîsê.