Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê didomîne

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê di roja 99. de berdewam dikin.

Enqere-Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 99'emîn de berdewam kir.Xwendekarê zanîngehê serdana malbata Şenyaşar kir û qurnefîlek reş danî ber wezaretê. 

Piştre Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bû.