Emîne Şenyaşar: Çima hûn vê zilmê dikin?

Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê li ber Serokatiya Meclisê didomîne, bang li Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û got: “Çima hûn vê zilmê dikin?”

Enqere- Parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina giştî, êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di wê êrişê de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û lawek wê hat girtin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar ku ev demek bû ji ber pirsgirêkên tendirustiyê navber dabûn nobeta xwe ya edaletê, ragihand ku careke din nobeta xwe ya edaletê dane destpêkirin.

‘Lawê min berdin’

Emîne Şenyaşar û kurê xwe nobeta edaletê vê carê li ber serokatiya meclisê domandin. Beriya çalakiyê, malbata Şenyaşar li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de destpêkê Emîne Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku 6 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Emîne Şenyaşar bang li Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li meclisê rakevim. Çima hûn vê zilmê dikin? Zarokên te nîn in qey? We mala min xerab kir. We lawê min xist girtîgehê. Hûn çi ji wî dixwazin?” Emîne Şenyaşar anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pêwîstiya wê bi emeliyatê heye û got: “Ez dixwazim beriya emeliyatê lawê xwe bibînim. Lawê min berdin. Nizanim emeliyat wê çawa biçe, belkî ez bimrim jî. Ji ber vê yekê ez dixwazim lawê min bê berdan. 6 sal in li ber qesrên edaletê rûdinêm.”  

 ‘Ji bo edaletê em mil bidin milên hev’

Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe ya di civîna çepemeniyê de bal kişand ser bêedaletiyên li Tirkiyeyê diqewimin û got: “Tu hêzek nikare civakek birêxistinkirî bide sekinandin. Ez vê bangê ji kursiya meclisê dikim; werin em hemû ji bo edaletê mil bidin milên hev. Dayika min daxwaza xwe ya edaletê gihîştand hemû cîhanê. Bi salan e tenê li ser zimanê wê edalet heye. Gelo kîjan ji we bêedaletiyek wisa li ser dayika xwe qebûl dike?”

‘Ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesan edalet’

Malbata Şenyaşar piştî civîna çapemeniyê, çû ber serokatiya meclisê û bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” dest bi çalakiya xwe kir. Emîne Şenyaşar li vir jî bal kişand ser komkujiya li dijî wan hatiye kirin û daxwazên xwe anî ziman.

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku aliyekî vê dozê jî serokomar Erdogan e û wiha got: “Ez weke welatiyek vî welatî ji ser kursiya gel gazî serokomar Erdogan dikim; dayikek ku mala wê xerab bûye, dixwaze vê bêedaletiya 6 salan ji we re rave bike. Şahidê komkujiyê waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn e. Niha li Enqereyê li navendê dimîne. Dibe ku hûn ji tiştên dayika min ji we re dibêje bawer nakin. Divê teqez Abdullah Erîn jî beşdarî hevdîtina ku bê kirin, bibe. Heta ev daxwaza me ya hevdîtinê were qebûlkirin, em ê li ber serokatiya meclisê nobetê bigrin.”