Emîne Şenyaşar di sala yekem de her kes vexwend nobetê
Malbata Şenyaşa ya ku kêm maye salek ser çalakiya wan re derbas bibe bang li her kesê kir ku 9’ê Adarê ji bo edaletê bên ber Edliya rihayê.

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû li ber Edliya Rihayê di roja 361’an de dewam dike.
Malbata Şenyaşar îro jî li ber Edliya Rihayê dest bi nobetê kir. Dê 9’ê Adarê roja çarşemê salek a çalakiyê temam bibe. Malbatê daxwaza piştevaniya her kesên daxwaza edaletê dikin kir.
“Ez ji bo her kesê edaletê dixwazim”
Emîne Şenyaşar ku êdî weke sembola kesên li edaletê digerin tê naskirin jî bi wesîleya salvegera Nobeta Edaletê bang li hemû kesî kir ku di roja çarşemê de tev li çalakiya wan bibin, bidaxwaza hemû kes piştgiriyê bide wan û wiha axivî: “Çavên min li rêya kesên dê werin vê derê ye. Bi serdana wan gelek keyfxweş dibim. Kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ez dixwazim were berdan. Daxwaza min ew e ku kesên komkujî kirine bên girtin. Daxwaza min a edaletê ji bo hemû kesî ye. Li kîjan deverê dibin bila bibin, hemû kes li cihê xwe bila piştgiriyê bidin me û bo me duayan bikin. Li vê derê zilm li me tê kirin û kujer li derve bi rehetî digerin. Heta edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Vaye salek li pey xwe hişt û heke edalet pêk neyê, ez ê saleke din jî li vir bim. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê heta kurê min neyê berdan ez nikarim li mala xwe rûnim. Heke edalet pêk bê, ev edalet dê ji bo hemû kesî be.”
“Dê rojekê edalet ji bo her kesê lazim bike”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam danî: “Em bang li parêzvanên mafê mirovan dikin: Salvegera nobeta me 9’ê Adarê ye. Em 9’ê Adarê her kesê vedixwînin ber Edliya Rihayê ku bi me re rojekê nobetê bigirin. Edaleta ku em daxwaz dikin dê rojekê teqez ji her kesê re lazim bike. Edaleta ji bo malbata Şenyaşar tê daxwazkirin ji bo her kesê ye.”