Emîne Şenyaşar çalakiya xwe ya li Meclîsê berdewam dike

Emîne Şenyaşar di berdewamiya çalakiya xwe ya li Meclîsê de diyar kir ku heta bi Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk bîne wê çalakiya xwe bidomînin.

Enqere- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hate girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 10’emîn de didome. 

Emîne Şenyaşar got ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û daxwaza xwe ya edaletê dîsa dubare kir. 

‘Bila kurê min berdin’

Emîne Şenyaşar bal kişand ser komkujî û pêvajoya piştre û got ku tevî emeliyat bûye jî çalakiya xwe didomîne. Emîne Şenyaşar, daxwaza xwe ya hevdîtina bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re dubare kir û da zanîn ku heta hevdîtin tê kirin jî dê çalakiya xwe bidomîne. 

Emîne Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan û wiha domand: “Zilm li me hate kirin. Zarokên min û hevjînê min qetil kirin. Kurekî min di hucreyê de tê ragirtin. Bila kurê min berdin.” 

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît hate serdana Emîne Şenyaşar.