Emine Şenyaşar 40 rojin edaletê dixwaze

Emine Şenyaşar û kurê xwe ji ber qedexeya derketina kolanan çalakiya xwe di malê de dewam dikin.

 
Riha – Çalakiya “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar  dayî despêkirin di roja 40’an de dewam dike.
Emine Şenyaşar ji ber qedexeya derketina kolanan çalakiya xwe di malê de dewam dike.
Ferît Şenyaşar di roja 40’emîn a çalakiyê de çû Goristana Asrî ya Pirsûsê û serdana bavê gora bavê xwe Haci Esvet û birayên xwe Celal û Adil Şenyaşar. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû biçe serdana goristanê.
Ferît Şenyaşar di serdana goristanê de axivî û wiha got: “Îro ji ber ku qedexeya derketina derve heye, em neçûn ber Edliyeyê. Li şûna ber Edliyê ez hatim serdana gora qûrbaniyên me. Bavê min û birayên min ji aliyê Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin qetilkirin. Di ser bûyerê de 3 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine girtin. Em ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin û her edaletê bixwazin. Em bang li mirovên xwedî wijdan dikin ku xwedî li doza me derkevin.”