Emîna Awês li ser kavilên mala xwe berxwedana ji bo jiyanê didomîne

Emîna Awês Filistînî ye bi hêz, vîn û îradeya xwe li dijî planên dagirkeran derketiye. Tevî hemû kêşe û zehmetiyan jî terka ax û mala xwe nekiriye dibêje: "Ez ê li ser kavilên mala xwe berxwedana xwe bidomînim."

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li taxa El-Şûceyiyê ya Zîvala Xezayê di nava hilweşandin, koçberbûn û windabûnê de berxwedan û sekna Emîna Awês derdikeve pêş. Li hemberî hemû kêşeyên ku gelê Filistînê dijî, bi îsrar li ber xwe dide. Tevî ziyanên ku di encama şerê hatiye qewimandin û windabûna zarok û malan de çêbûne jî derketina ji taxê qebûl nekiriye.

Emîna Awês li ser kavilên mala xwe ya hilweşiyayî konek daniye û li derdora wê bi çandina gulan hêviya jiyanê dinexşîne. Ne şer û ne jî sermaya zivistanê îrade û vîna wê neşikandine. Li dijî hemû astengî û zehmetiyan girêdana wê bi axê re xurtir bûye.

'Mala min hilweşiya'

Emîne Awês der barê binpêkirinên ku di dema êrîşên hêzên Îsraîlî de li ser Xezayê çêbûn de axivî û wiha got: "Ji ber êrîşan neçar mam ji mala xwe gerbikevim. Piştî demekê dema vegeriyam, min dît ku nîvê wê hatibû hilweşandin. Mala min di avahiyek 5 qatî de bû, nîvê wê hatibû hilweşandin lê bi îsrar û vîn ketim mala xwe û tê de rûniştim. Min tu carî xeyal nedikir terka ax û mala xwe bikim. Careke din hêzên Îsraîlê nîvê din ê avahiya ku li piyan mabû jî kirin hedef. Ez bi cilên xwe ji malê derketim lê her dem difikirîm, min ji xwe re digot ez ê careke din vegerim malê. Di encama şer û pevçûnan de em her dem koçber dibûn."

Ew û malbata xwe ji hev qut bûn

Emîna Awês qala koçberiyê û windabûna zarokên xwe kir û wiha anî ziman: "Di encama şer de ez û zarokên xwe ji hev dûr ketin. Kurekî min bi hevjînê min re derbasî milê başûrê Zîvala Xezayê bû, yê din jî di nava herêmên koçberiyê de ma. Kurê min ê sêyem jî dema ku dixwest xwarinê ji me re peyda bike, bi guleyên Îsraîl jiyana xwe ji dest da. Ez li bendê bûm xwarinê bîne lê çû êdî nehat! Kurê min a din jî di encama êrîşên li ser nexweşxaneya El-Şîfaa de ji lingên xwe birîndar bû, demek dirêj nikaribû bimeşiya. Dema ku bi malbata xwe re derbasî milê başûr dibe, li ser riya koçberiyê bi malbata xwe re winda bû, agahiya min heya niha jê tune ye. Lê belê ez bi hêvî me ku sax e û li cihekî ye.”

Li ser kavilên mala hilweşiyayî li ber xwe dide

Emîna Awês bal kişand ku cara duyemîn mala wê ji ber êrîşan hatiye hilweşandin û wiha got: "Hilweşîna mala min nebû sedem ku terka ax û mala xwe bikim. Min ji nava kavilan hinek tişt kom kirin û konek li ser mala xwe ya hilweşiyayî veda. Bi danîna konê, min hîs kir ku kevirê yekem ji bo projeyek nû datînim. Bi vedana konê min xwest peyama; ‘ez li vir im, naçim û ez ê neçim’ bidim. Di nava şert û mercên zehmet ên zivistanê de min terka kona xwe nekir. Dema ba radibû min bi kona xwe digirt ji bo ku hilneweşe. Her wiha kona min avê jî derbas dikir lê dîsa min terka axa xwe nekir."

Hêviya jiyanê diçîne

Emîna Ewês di dawiya gotinên xwe de qala jiyana xwe ya di bin konê de kir û got: “Ez li derdora kona xwe û di nava malên hilweşiyayî de bi çandina gulan hêviya jiyanê diçînim. Niha gul bûne hevalên min ên jiyanê. Jinên Filistînî di nava kavilên avahiyan de jiyanê afirandin. Em ji cîhanê re dibêjin; ‘ev ax nayê firtoin, em ê her dem hêviyê biçînin.’ Ez tu carî axa xwe bernadim û koçber nabim. Xwîna me ji xwîna pakrewanên me ne çêtir e. Ev der war û axa me ye."