‘Emê xwedî li xet û mêrasê Cîhan û Nazim derkevin’
Rojnemevanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku armanca hedef girtina rojnemevanan, veşartina hovîtî û rastiyê ye û got: “Emê xwedî li xet û mêrasê Şehîd Cîhan û Nazim derkevin.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de li hember wesayîta rojnamevanan êrîşa bi balafira bê mirov lidar xist û di encamê de nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bilgîn û Rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûn. Ajokarê wesayîtê jî birîndar bû. Rojnamevanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi riya ajansa me bertekên xwe nîşan dan û soza şopandina heqîqetê nû kirin.
‘Heqîqet tu carî nekarî bê veşartin’
Xebatkara Ronahî Tv’yê Jîn Şêxmûs destnîşan kir ku ne cara yekem e dewleta Tirk a dagirker rojnemevanan dike hedef. Jîn anî ziman ku bi armanca veşartina kiryarên xwe yên hovane wiha dike û wiha got: “Duh Dilîşan, Xerîb û Welat bûn, îro jî Cîhan û Nazim in. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker 10 rojnemevan binçav kirin, bi vê yekê dewleta tirk dixwaze rastî û kiryarên hov yên ku bi serê gelan pêk tîne, veşêre û ji aliyê zarokên vî welatî ve rastiya wî neyê eşkerekirin. Heqîqet tu car nekarî bê veşartin. Îro ger ji zarokekî pirsa dewleta Tirk were kirin, wê behsa hovîtî û komkujiyên di derheqê gelan pêk tîne de, bike. Lewma ev rastî ne mumkine were veşartin, em rojnemevan hedefgirtina herdû rêhevalên me, wek binpêkirina mafê rojnemevanan dibînin û mîna sûcek ji sûcên şer pênase dikin. Em jinên Rojnamevan, mafê me yê rewa ye ku em bi wicdan û ehlaq kar û xebatên xwe bimeşînin û rastiya ku tê jiyîn, ji raya giştî re raghînin. Em bang li sazî û rêxistinên mirovî, bi taybetî jî yên rojnemevanan dikin ku di vî warî de gavek cidî bavêjin.”
‘Emê bi pênûs, kamera û dengê xwe kiryarên dewleta Tirk belge bikin’
Rojnemevan Mizgîn Hesen balkişand li ser şerê teybet ku li dijî gelê herêmê pêk tê û banga baldariyê kir. Mizgîn jî destnîşan kir ku ev ne cara yekem e rojnemevan tên hedefgirtin û wiha pê de çû: “Îro dewleta Tirk a dagirker di riya medyaya civakî de gelek nûçeyên ne rast belav dike û şerekî teybet dimeşîne. Em ragihandina alternatîf, xwedî erk û misyonek in ku em kiryarên dewleta Tirk û rastiya li ser rûyê erdê pêk tê, derxin holê. Hedefgirtina herdû rojnemevanan, cihê xemgîniyê ye. Lê israra me di tekoşînê de û belgekirina rastiyê ya ji bo raya giştî, xurttir dibe. Herdû hevalên me mîrasek ji bo me ava kirin. Em jî bi ked û israr xwedî li vî mîrasî derkevin û heya yek rojnemevan hebe emê bi pênûs, kamera û dengê xwe rastiyê parve bikin û bibin dengê qêrîna civakê li hemberî zilm û zordariyê.”
‘Rojnemegerên jin ji bo rastiyê, bi pênûs û kamereya xwe şer dikin’
Mizgîn Hesen balkişand ser rola jinên rojnemevan a di şoreşa Rojava de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jina rojnemeger ji despêka şoreşê ve ji bo derxistina rastiyê û ji bo ku bikaribe bibe dengvedan ji civakê re, qeyd û bendên civakî şikand û bi pênûs, kamera û dengê xwe isbat kir. Şoreşa Rojava li tevahiya cihanê deng veda, ew jî bi saya rojnemegerên jin e ku di felsefeya azadiyê de xwe kûr kirin, heya niha jî hewl didin ku wicdanê cîhanê bidin hejandin, li hemberî kiryar û komkujiyên ku li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê kirin. Şehîd Dîlîşan bi kameraya xwe û ked û tekoşîna xwe kêfxweşiya rizgarkirina jinan ji hêza terora DAIŞ’ê, bi ser destê YPJ, YPG û QSD’ê, ji raya giştî re parve kir. Îro jî Cîhan wê xetê dewam kir. Em jî şopdarên rêya heqîqetê ne.”