"Emê piştevaniya helwesta dayikan a bi îsrar bidomînin"

Endamên Kongreya Star ên herêma Firadê dan zanîn ku ewê ji niha û şonde jî piştevaniya çalakiya dayikan a li ber Deriyê Sêmalka dawî bûyî û wê ji niha û şonde bi şêweyê cuda bidome bikin û wiha gotin: "Dayik tevî hawaya sar û seqamê jî bi îsrar çalakiya xwe berdewam kirin û dan zanîn ku ewê ji niha û şonde jî bi şêweyê cuda bidomînin. Emê jî wan bişopînin û piştevaniyê bidin çalakiyên wan."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê – Di rojên derbasbûyî de çalakiya dayikan a li ber Deriyê Sêmalkan bi daxuyaniyekê dawîbû. Dayikan dan zanîn ku ewê ji niha û şonde bi şêwazên cuda çalakiya xwe bidomînin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê  Newroz Mislim û Endama Kongreya Star a navçeya Kobanê Xezal Şêx Mihemed dan zanîn ku di çalakiyên dayikan ên ji niha û şonde bi şêwazê cuda dombikin de ewê piştevaniya dayikan bikin.
Newroz da zanîn ku çalakiya dayikan hêviya wan mezintir kiriye û wiha got: "Tê zanîn ku dayikên pakrewanan dest bi çalakiya konvedanê kiribûn, zêdetirî sed roj in ev çalakî hatiye lidarixstin. Ruxmî ku dayik bi temenê xwe mezin in, tenduristiya wan nebaş e jî ji ber ku hewa niha sar e û mirov nikare tehemul jî bike vîn û hêza dayikan ji wan zehmetiyan mezintir e. Em jî wek berdevk ji Kobanê bi rêketin û me berê xwe da çalakiya li Sêmalkayê. Me li wir daxuyanî da û helwestên xwe li hemberî hovîtiya ku tê kirin, xiyaneta ku li ser cenazeyên şehîdan tê kirin nîşan da. Bi rastî dema mirov ji xwe bipirse bibêje ka ev dayik çawa li ber xwe didin, dibîne ku vîna wan xurt e û bi wê baweriyê dayik çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya van dayikan ji her kesê re bû mînak, me jî hêz ji wan girt, ev berxwedanî dê di dîrokê de bê nivîsandin û ji her kesê re bê gotin. Bi hêza dayikan me, wê serkeftin misoger bibe û îxanet têk biçe.” 
"Helwesta dayikan diyar e" 
Newroz di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku heya dayik cenazeyên zarokên xwe negirin wê gavan paşve navêjin û wiha bi dawî kir: "Ne cara yekemîn e ku şervanên me dikevin kemînên îxanetê û şehîd dikevin, beriya vê gelek caran dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê şervanên me şehîd xistin, gelek ji wan jî bi çekên qedexekirî jiyana xwe ji dest dan. Di nava kemînekê de 7 kes gihîştin asta şehadetê ji wan du şehîd ji Rojava ne. Dayikan jî hêza xwe ji şehîdên xwe girtine, ji lewre dayik jî çalakiyên xurt li hemberî hovîtiya ku li ser zarokên wan tê kirin didin meşandin. Li hemberî her cur desthiladariyê jin-dayik di nava têkoşînê de ne, çalakiya dayikan li Sêmalka deng veda. Rojane em di nava kiryar û gefên dijmin de ne, çima PDK bi dewleta tirk re hevkarî dike û kezeba dayikan dişewitîne, birînên dayikên vedike. Sekna dayikan li hemberî xeta îxanetê çiya hejandin, wê berxwedaniya dayikan bi misogerî bi serkeve û bi xwe re encamek bîne. Di milê zagonan de eger mirov behsa wê bike ango şîrove bike, nayê pejirandin ku cenazeyên me radestî me nekin, mirov dikare nav lê bike ku PDK zagonên bêexlaqî li hemberî şehîdan pêk tîne."
"Îsrara dayikan dê serkeftinê misoger bike"
Endama Kogreya Star Xezal jî bal kişand ser berxwedaniya dayikan li Sêmalka û wiha pêde çû: "Eger vîn û hêza mirovan hebe wê demê bêguman mirov wê berxwedaniyeke bêhempa bide meşandin. Di vê hewayê de mirov nikare derkeve derve lê dayik li ber xwe didin, ev jî hêviyek bi mirovan re ava dike. PDK ditirse lewre cenazeyan radestî malbatan nake. Ji bo vê jî dayik heya cenazeyên zarokên xwe negirin wê tu carî ranewestin. Li şûna ku PDK destek bide dayikan û li hemberî dijminê gelê Kurd şer bike û axa xwe biparêze, destekê dide dewleta tirk û şervanên me şehîd dixe. Jixwe bi salan e ev îxanet bi destên malbata Berezanî tê kirin lê bêdengî û hevkariya wî bi dewleta Tirkiyeyê re dihêle ku şerê birakujiyê derkeve holê û xurt bibe. Divê em li hemberî van planan hişyar bin, yekitiya xwe xurt bikin dijminên xwe têk bibin, dest bidin destên hev, dawî li van kiryar û hovîtiyan bînin. Eger em li hemberî van planan nesekinin û helwestên xwe nîşan nedin wê demê, wê her em ê bi kuştin û komkujiyan re rû bi rû bimînin. Di vê demê de Yekitî girîng e û divê bi awayekî lezgîn pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin ger neyê careserkirin dê her roj kezeba dayikan bişewite û ev êş berdewam bike."