‘Emê bi Jineolojiyê Civakbûnê û Jiyana Azad bihûnin’
Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate ragihandin, di encamnameyê de ji bo berfirehkirina karên Jineolojiyê li qadên xwecihî, xurtkirina pêşengtiya jin ên ciwan û zêdekirina tecrûbeyên jiyana komînal bang hate kirin.
Navenda Nûçeyan – Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê ku di navbera 15-18’ê Cotmeha 2026’an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, hate eşkerekirin. Di Di encamnameyê de wiha hate gotin:
“Em ji erdnîgariyên zimanan û bîranînên jinan ên cûda hatin cem hev. Me ji bo bîranîna çîrokên xwe yên ku hatin jibîrkirin, ji bo avakirina piran di navbera jiyanên me yên ji hev qutkirî de û ji bo ku em rêya azadiyê bi hev re bînin, li hev civiyan. Em di ronahiya Jineolojiyê de, îradeya xwe ya ji nû ve pênasekirina hebûna jinê bi rastiya wê ya dîrokî û civakî û mezin kirina zanîna jiyana azad dubare dikin.
‘Em Jineolojiyê wek zanist û rêya azadbûnê dibînin’
Di dewama daxuyaniyê de li ser krîza heyî ya sîstemê hate destnîşan kirin û hate gotin ku ev krîz di heman demê de krîza qutkirina mirov ji rastiya xwe û ji têkiliyên xwe yên civakî ye. “Krîza ku em tê re derbas dibin, di heman demê de krîza qutkirina mirov ji rastiya xwe û ji têkiliyên xwe yên civakî ye. Dema bîranîna jinê tê jêbirin, bîranîna dîrokê kêm dibe, dema keda wê nayê dîtin, avakirina jiyanê di tariyê de dimîne, dema dengê wê tê bêdengkirin, civak ji rastiya xwe dûr dikeve. Jineolojî dixwaze vê qutbûnê bi ronîkirina dîrok, zanîn û hebûna civakî ya jinan derbas bike. Ji ber bê çareserkirina koletiya jinê ku şaneya bingehîn a pirsgirêkên civakî pêk tîne û bê veguherandina têkiliyên ku vê koletiyê çêdikin, azadiya civakî nikare temam bibe.”
Her wiha hate destnîşankirin ku Jineolojî jinê ji rewşa tiştekî bêîrade derdixe û wê
dike kirdeya dîrok û jiyana xwe: “Ji ber vê yekê, em Jineolojiyê wek zanist û rêya azadbûnê dibînin ku jinê ji rewşa heyî ya tiştekî bêîrade derdixe û wê dike kirdeya dîrok û jiyana xwe. Em li ser şehrezayiya xwedawendan û tecrûbeyên jiyanê yên jin-navend ên ku şaristaniya mêr-serdest wan nixumandiye, lêkolîn dikin. Bîranîna rabirdûyê bi lêgerîna azadiyê ya îroyîn re tînin cem hev. Armanca me vekirina rêya jiyaneke azad e ku tê de jin dikarin deng, raman û zanîna xwe biafirînin û bi derbasbûna ji qalibên zayendperest, pîvanên xwe yên azadiyê pêş bixin.”
‘Azadî di nav têkiliyên me de şîn dibe’
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku lêkolîn, perwerde, kamp, weşan û xebatên kolektîf ên ku zêdetirî deh salan e li Ewropayê dimeşînin, sermayeya hevpar a vê lêgerînê pêk tînin û wiha hate gotin: “Niha em bi berpirsiyariya kûrtirkirina vê sermayeyê, anîna tecrûbeyên cûda yên jinan cem hev û veguherandina zanîna Jineolojiyê ji bo hêza ji nû ve avakirina civakê re rûbirû ne. Em girîng dibînin ku zanîn ji qalibên kolonyalîst û mêr-serdest bê paqijkirin û zanîna jinên ciwan, koçber û jinên ku bi zimanên cuda diaxivin, ramanên me yên hevpar dewlemend bike. Em dizanin rastî di sînorên tu erdnîgarî an tu tecrûbeyê de nagire û cudahiyên xwe wek çavkaniya hilberîna zanîna hevpar dibînin.”
Di encamnameyê de rol û girîngiya koman jî bi van gotinan hate destnîşankirin: “Têkiliya Jineolojiyê ya bi jiyanê re di lêgerîna me ya avakirina civaka komînal de xwe diyar dike. Kom qadeke jiyanê ye ku tê de ked, zanîn û berpirsiyarî tên parvekirin, biryar bi hev re tên girtin û her jin bi îradeya xwe beşdarî jiyana hevpar dibe. Azadî di nav têkiliyên me de şîn dibe; wekhevî bi parvekirina ked û berpirsiyariyan rehên xwe xurt dike; demokrasî jî dema dengê her kesî di avakirina jiyanê de bersivê dibîne, bi pêş dikeve. Ji ber vê yekê, em koman ne tenê wek awayên rêxistinbûnê, lê wek qadên ku zanîna azadiyê ya Jineolojiyê vediguherin jiyanê dibînin. Em zêdekirina pratîkên komînal ên ku keda jinan xuya dikin, îradeya wan xurt dikin û têkiliyên mêr-serdest diguherînin, wek berpirsiyariyeke hevpar a xwe qebûl dikin.”
‘Rêberiya avakirina civaka demokratîk’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ava kirina paşerojeke azad bi têkoşîna jinê pêkan e: “Em girîng dibînin ku perspektîfa Jineolojiyê ku ji bîranîna dîrokî, sermayeyê ramanî û têkoşîna azadiyê ya jinan tê hêrandin, rêberiya avakirina civaka demokratîk bike û pêşengiya jinan û îradeya wan bibin hêza avaker a jiyana civakî. Em bawer dikin ku aştiyek ku bi azadiya jinan kûr dibe, wê di jiyana civakî de reh bigire û demokrasiyeke ku bi îradeya jinan tê hûnandin, wê rê li ber paşerojeke azad û komînal veke. Em di avakirina vê paşerojê de, anîna tecrûbeya dîrokî, zanîn û lêgerîna azadiyê ya jinan ji bo navenda ji nû ve avakirina civakê, wek berpirsiyariyek bingehîn dibînin.”
‘Em bi perspektîfa Jineolojiyê civakbûnê dihûnin’
Di beşa dawî ya encamnameyê de banga biryardarî û piştgiriya di navbera nifşan û têkoşînên cuda yên jinan de hate kirin: “Bi vê konferansê re, em xwe bi van armancan ve girê didin: kûrtirkirina xebatên Jineolojiyê, xurtkirina fêrbûna kolektîf, mezinkirina piştgirî û hevgirtinê di navbera nifşan û têkoşînên cûda yên jinan de û belavkirina tecrûbeyên jiyana komînal. Em biryardar in ku em di rêyekê de bimeşin ku zanîn ji jiyanê, raman ji kedê û azadî ji berpirsiyariya hevpar qut nebe. Em ê bêyî tecrûbeyên xwe ji hev re bigirin, bi rûbirûbûna bi kêmasiyên xwe û bi kirina dengê her herêmê parçeyek ji hilberîna hevpar, pêş ve biçin. Em ê ji bo pêşxistina xebatên ku zanîn û tecrûbeyên jinan tînin cem hev, hilberîna hevpar domdar dikin û têkoşîna azadiyê di jiyana rojane de xurt dikin, bixebitin.
Ji ber rastî jiyana ku bi hev re tê derxistin e. Azadî ne sozdayîneke ku ji bo paşerojê tê paşxistin e, lê hêviya ku em di têkiliyên ku îro ava dikin de mezin dikin e. Em bi Jineolojiyê zanîna xwe azad dikin, bi koman têkiliyên xwe yên civakî ji nû ve dihûnin û îradeya jinan dikin hêza avaker a jiyana demokratîk.
Em rêya ku ji bîranînê ber bi paşerojê, ji gotinê ber bi jiyanê ve dirêj dibe, bi hev re dihûnin. Em bi perspektîfa Jineolojiyê civakbûnê dihûnin, azadiya jinan dikin koka civaka demokratîk û bi koman civakeke demokratîk û komînal ava dikin.”