“Emê bi dayikên Başûr re li hemberî dagirkerî û îxanetê bibin bend”
Dayikên Şehbayê dan zanîn ku ew ê li gel dayikên Başûrê Kurdistanê ji bo parastina axa xwe têbikoşin û gotin: “Emê li gel dayikên gerila yên Başûrê Kurdistanê li hember îxanet PDK’ê bibin bend û pêşiya dagirkeriyê bigirin.”
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Têkildarî mijara êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwarê şermê yê di navbera Şengal û Rojava de tê lêkirin, dayikên gerilayên li herêmên êrîş ser heyî de parastina axa xwe dikin axivîn û dan zanîn ku heya dawiyê ew li pişta zarokên xwe ne.
“Erdoxan li gor berjewandiyên xwe nêzî PDK’ê dibe”
Dayika Selîm Mehmûd ê 28 salin di girtîgehên dewleta Tirk de girtiye Sediqe Reşo diyar kir ku ew ji kantona Şehbayê li hemberî dagirkeriyê nerazîbûna xwe tînin ziman û wiha dom kir: “Em tu carî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê û dîwarê şermê yê di navbera Şengal û Rojava de hatiye lêkirin şermezar dikin. Gelê kurd weke her civak û pêkhate pêwîste mafê xwe yê rawa hebe. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li ser herêmên Başûrê Kurditanê êrîşan dide meşandin. Em her tim bi navê aramiyê û wekheviyê bang dikin lê mala Berezanî nasnameya xwe ya resen ji bîr kiriye û destê xwe daye dijiminê bav û kalan. Em bang li hemû dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin êdî çareseriyek bi lez ji êrîş û kiryarên dewleta tirk re bê dîtin.”
“Emê bi dayikên Başûr re li hemberî dagirkeriyê rabin”
Resmiye Eloş jî da zanîn ku ew tu carî êrîşên li ser zarokên xwe qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Dema ku em dibêjin gelê kurd hemû yek deste, pêwîste mala Berezanî ji ber îxaneta xwe şerim bike û hevkariya xwe bi dewleta tirk re bide sekinandin. Yên ku di çiyayên azad de ji bo parastina axa xwe şer dikin zarokên me ne. Em êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Êrîş û kiryarên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li pêşiya çavên cîhanê tê kirin, tu çareseriyek guncav ji kiryarên dijmirovî yên Erdoxan re nehatin e dîtin. Em dayîkên gerila ji cihê em lê heya çiyayên azad piştgiriya zarokên xwe dikin. Pêwîste dewletên navnetewî çareseriyek bi lez ji dagirkeriya tirk re bibîne. Ez bang li hemû dayikên gerila yên li Başûrê Kurdistanê dikim ku heke em li hember îxanet PDK’ê bibin bend û têkoşîna xwe ji vê bêhtir bilind bikin emê bikarin pêşiya dagirkeriyê bigirin.”
“Zarokên me di çeperê şer de ji bo jiyaneke bi rûmet şer dikin”
Xanim Xilo jî got: “Zarokên me di çeperê şer de ji bo jiyaneke bi rûmet şer dikin. Bi riya îrîşên dijmirovî li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dixwazin perçebûnê di nava gelê kurd de çêkin. Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê hate dagirkirin piştre ji gelê sivîl re dibêjin vegerin Efrîn cihê aramî û ewlehiyê ye lê piştre rastî gelek kiryarên dijmirovî tên. Heya ku nûqteyek xwîn û hêz di laşê me de heye em ê li pişta gerîlayê xwe bin. Armanca dewleta tirk û hikumeta Îraqê ji êrîşan şikandina îradeya gelê kurd û ji hev parçekirina civakê ye.”