"Em mafdar in û em ê bi ser kevin"
Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 337’an de dewam dike. Malbatê got: “Em mafdar in û em ê bi ser kevin.”
Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 337’an de dewam dike. Malbatê got: "Em mafdar in û em ê bi ser kevin."
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 335’an de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam didomîne, kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber deriyê edliyeyê çalakiya xwe dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam e. Dê banga me ya edaletê bidome. Bêdengiya li hemberî zilmê, tê wateya parastina kujeran. Hemû baro, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û xelkê birûmet ê Rihayê xwedî li me derket. Em mafdar in û em ê bi ser kevin.”