Li Turkiyê di sala 2021’ê de ji aliyê mêran ve herî kêm 339 jin hatin qetilkirin

Di navbera 1’ê Çileya 2021’ê û 31’ê Kanûna 2021’ê de herî kêm 339 jin hatine kuştin.

 

Navenda Nûçeyan – Biyanetê encama rêjeya tundiya li ser jinan a di navbera 1’ê Çileya 2021-31’ê Kanûna 2021’ê ku ji ragihandina neteweyî û heremî ya Tirkiyeyê kom kiriye û amade kiriye, ragihand. Li gorî nûçeyên ku di sala 2021’ê de hatine weşandin, herî kêm 339 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.
 Di sala 2021’ê de herî kêm 20 jin rûxmê ‘daxwaz’ û biryara ‘parastin’ û ‘dûrxistinê’ ya der barê zilaman de jî; hatin kuştin. Nêzî nîvê kuştinan li malê pêk hat. Zilaman, 198 jinan di nav malê de, 105 jinan li qadên ji derveyî malê mîna ofîs, nexweşxane, daristan, trafîk û otoparkan kuştin. 36 jin jî bi çi awayê hatine kuştin nehat zanîn.  
Ji aliyê zilamên herî nêz ve hatin kuştin
Her wiha ji nîvî zêdetirî jinan, ji aliyê zilamên herî nêzî xwe ve mînak; hevser, dergistî û hwd. hatine kuştin. 209 jin, ji aliyê hevser, dergistî û hesverê xwe yê berê ve hatine kuştin. 31 jin ji aliyê endamên malbatê yên weke bav, kur, nevî û zavayên xwe ve hatine kuştin. 5 jin, ji aliyê zavayên xwe ve hatine kuştin. 3 jin ji aliyê 9 dizên ku ketine mala wan ve, 9 jin aji aliyê hevalên xwe ve, 23 jin ji aliyê xizmên xwe ve, du jin ji aliyê hevkarên bavê xwe ve, jinek ji aliyê esnafê ku jê tiştan distîne, 11 jin ji aliyê cîranên xwe yên mêr ve hatine kuştin. Li ser ragihandinê nehat destnîşankirin ku asta lêzimbûna kujerên 38 jinan çi ye. 
Di nav kujerên jinan de çar polîs û du cerdevan jî hebûn. Piranî di kuştina jinan de çek hat bikaranîn. 
Hincet dîsa wekî yên berê bûn
58 jin ji ber ‘daxwaza hevberdanê’, ‘ji ber qebûlnekirina daxwaza zewacê’, 20 jin ji ber ‘hesûdiyê’, 26 jin ji ber ‘bi kesê dixwest re nezewicand, keça xwe neda, dengê muzîkê kêm nekir, bi daxwaza astengkirina qerebalixê’ hatin qetilkirin. Zilamên ku 6 jinan ji bo xespê kuştin, destnîşan kirin ku 4 jinan jî ji bo ‘namûsê’ kuştine. Hinceta kuştina 220 jinan li ser ragihandinê nehat dayîn. Her wiha di sala 2021’ê de zilaman 34 zarokan qetil kirin û destdirêjî li 96 jinan kirin.