“Em kes û karên şehîdan bang li her kesê dikin li hemberî êrîşên dagirkeriyê rabin”
Ji Kes û Karên Şehîdan ên Başûrê Kurdistanê Fethiye Elî li hemberî êrîşên dagirkeriyê banga baldariyê li her kesê kir û got: “Werin em hemû li hemberî êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û parastina welatê xwe bikin.”
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî – Endama xebatên Kes û Karên Şehîdan ên Başûrê Kurdistanê Fethiye Elî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê, êrîşên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê û metirsiya ku ev êrîş li ser herêmê dide çêkirin axivî. Fethiye Elî da zanîn ku wan meha Nîsanê, meha birînên enfalê hîna qalik negirtî û dibin de hîna kur dinale çend roj berê li peyî xwe hêlan.
“Di êrîşên dagirkeriyê de xwîn ji bedena me diçe”
Fethiye Elî bal kişand ser kîmyabarana Helepçe, êşên enfalê û fermana dawî ya Tebaxa 2014’an bi serê civaka Êzidî hatî û got: “Em weke kes û karê şehîdan naxwazin piştî enfal, Helepçe û fermana dawî ya ser gelê Şengalê hatî kirin carekdin karesat û fermanek dinê bijîn. Piştî 73 fermanan carekdin hewil didin ser civaka Êzidî fermanek din bikin. Ev êrîşên dagirkeriyê ziyanê dide her kesê, divê her kes ji bo xwe û parastina xwe rabin, tiştekê bikin. Xwîn ji bedena me diçe. Em xwediyê şehîdanin naxwazin zêdetir şehîdan bibînin.”
“Tiştên diqewime ji bo deshilatê şermezariyek gelek mezine”
Fethiye Elî bang li deshilata Herêma Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: “Weke dayikek ez bi xwe hest bi metirsiya ku PDK li peyî diçe dikim, ewana li gorî ku xwe rêveberên me û xwediyê vê herêm dizanin, çawan vê komkujî û dagirkeriyê qebûl dikin. Ji bo vê deshilatê şermezariyek gelek û gelek mezine. Ez daxwazî li hîzbên dinê yên di nava parleman û deshilatê cihê xwe digirin jî dikim. Di serî de Hîzba Îslamî û YNK divê nerazîbûnên xwe nîşanbidin. Divê hemû parlementer di meclisê de destê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Bila bi xwe li rewşê binêrin û bi erkê xwe rabin, êdî bese ku ewqas welatî rica jê dikin ku ji vê rêyê vegerin. Şerme ji wan re jinek weke min temen mezin biçe daxwaz li wan bikin ku ji bo ji vê rêya xirab vegerin. Hîzba Îslamî em hemû îslamin hun çima bêdengin li hemberî van êrîşan, YNK jî bi heman şêweyî. Birastî ez daxwaz li hemûyan dikim bi erk û berpirsiyariya xwe rabin, zext li partiyê bikin, ji ber ew deshilata yekeme bikarin bi nêrînek hevbeş li hemberî dagirkeriyê bisekinin.” Fethiye Elî daxwaz kir ku partiyên siyasî zextê li partiya deshilatê bikin ku alîgiriya dijmin neke û wiha domand: “Ez daxazî li hemû hîzb û aliyên siyasî dikim ku zextê li PDK’ê bikin ji vê rêya şaş vegerin û dev ji alîkariya dijmin berde.
“Tenê daxwaziya me ji deshilatê ewe piştevaniya dagirkeran neke”
Fethiye Elî daxwaz ji welatiyên herêmê jî kir ku parastina welat bi hêviya deshilatê ve nehêlin û çî ji destê kê tê bikin û wiha berdewam kir: “Divê hemû welatî li hemberî vê yekê derkevin ser cadeyan û ji bo derxistina Tirkan ji Başûr di nava çalkiyan de bin. Ji dîrokê heta niha hewlên tunekirina Kurdan dewam kiriye. Li gel hemû cure êrîşan jî Kurd tune nebûye û xwedî îrade ye. Vê deshilatê wisan kiriye êdî ciwan ji rewşa heyî bêzar kirine. Welatî birsine, li peyî peyîdakirina nan dikevin. Welatî birçîne doza nan dikin, doza jiyanê dikin. Ji ber vê rewşê ciwan welatê xwe yê bi xêr û bêr dihêlin û diçin derve. Bi sedan ciwan di wan avan de xeniqîn. Bese êdî kes li benda deshilatê nemînin û ji bo parastina welatê xwe çî ji destê we tê bikin. Tenê bila deshilat piştevaniya dagirkeran neke bese em tiştekdinê ji wan naxwazin.”
“Zarokên çar aliyê Kurdistanê parastina welat dikin”
Fethiye Elî bilêv kir û gerila zarokên her çar aliyê Kurdistanê ne divê welatî li her devera lêne piştevaniya wan bikin û wiha dom kir: “Gerilayên azadiya Kurdistanê zarokên her çar aliyê Kurdistanê gel û axa xwe dikin. Divê em hemû piştevaniya wan bikin û bi wan re yek bin. Bila di serî de deshilat û her kes vê baş bizanin ger ku gerila bersiva êrîşan nedin dê dagirkerî her derê bigire û me hemûyan di komkujiyan re derbas bikin. Ji bo wê jî divê em hemû ji bo parastina xwe û welatê xwe bi gerilayan re bin.”
“Bila pêşmerge pêvajoya êrîşên DAIŞ’ê bînin bîra xwe û li hemberî gerila çek raneke”
Fethiye Elî pêvajoya ku gerila û pêşmerge li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi hev re parastina welat dikirin jî bibîrxist û ev tişt anî ziman: “Li Kerkuk û Şengalê di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gerila û pêşmerge mil bi milê hev şer kirin û parastina vê axê kirin. Bila pêşmerge wê bîne bîra xwe û li hemberî birayê xwe çek bi kar neyîne. Bila weke wê demê bibin yek û li hemberî dijminê xwe şer bikin.
Fethiye Elî têkildarî metirsiya êrîşên dagirkeriyê bang li hemû welatiyan jî kir bi berpirsiyarî tevbigerin û wiha pêde çu: “Bi rastî şermezariyek gelek mezine li vê başurê diqewime. Heta serok êlên eşîrên Ereban kombûne daxwaz dikin dewleta Tirk ji nava axa Başûr derkeve. Çima em li hemberî vê dagirkeriyê nasekinin. Ez daxwaz ji her kesê dikim dakevin ser cadan û nerazîbûna xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin. Piştevaniya xwişk û birayên xwe yên gerila bikin. Daxwazê ji pêşmergeyan bikin ku çekê li hemberî gerila bi kar neyinin ew parêzvanê vê axê ne. Bawer bikin rojekê gerila li çiya nebe, dê di serî de deshilatê û hemû welat di komkujiyan re derbas bikin. Welatiyên herêmê di ferqa vê dene û nerazîbûnên wan hene lê nahêlin derkevin derve û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Daxwaziya min di serî de ji ciwanan û paşê jî hemû welatiyan heye li benda deshilatê nemînin helwestên xwe yên ciwan ji derve li kolanan nîşanbidin.”
Fethiye Elî bang li dayikan jî kir û got: “Dayikên aliyê Bakurê Kurdistanê berê xwe dan sînor û xwestin bên berevaniya welat bikin. Ez bang li hemû dayikan dikim em jî bi erkê xwe rabin û hemû dayik dest bidin hev li hemberî tiştên diqewime. Ez bang li dayikên Tirkan jî dikim zarokên xwe bi hêviya biriyara Erdogan ve nehêlin û ji bo zarokên xwe ew jî bikevin tevgerê. Werin em dayik hemû li hemberî vî şerî dest bidin hev û daxwaza aramiyê bikin.”