"Em ji rayedarên Îranê daxwaz dikin ku çalakvanên jîngehparêz serbest berdin"

Komek hunermend, parêzer û çalakvanên jîngehparêz daxwaz ji rayedarên Îranê kirin ku çalakvanên jîngehparêz ên li Îranê girtî ne serbest berdin.

Navenda Nûçeyan - Nêzî 2 hezar û 800 hunermend, parêzer û çalakvanên jîngehparêz bi nameyekê ji rayedarên Îranê daxwaz kirin ku çalakvanên jîngehparêz ên li Îranê bi tohmeta sîxuriyê girtî ne serbest berdin. Îmzeyên nameyê eşkere kirin ku komîteya ji çar endamên hikûmeta berê pêk tê ji bo şopandina dosyaya wan teqez kir ku tu belgeyek îsbat bike ku çalakvanên girtî sîxuriyê dikin tune ye.

Îstîxbaratên Îranê di Sibata 2018’an de, 9 çalakvanên jîngehparêzî ku di nav wan de çalakvan Nîlofer Beyanî û Sepîde Kaşanî jî hebûn, bi tometa “sîxuriyê” girtin û li ser biryara Dadgeha Îranê, Nîlofer Beyanî bi deh sal zindanê hat mehkûmkirin.

Nîlofer Beyanî çendîn name ji karbidestên Îranê re nivîsîbû û tê de gotibû ku di heyama herî kêm “1200 demjimêran” a lêpirsînê de rastî tundtirîn cureyên îşkenceya derûnî û bedenî û gefên tecawizkirinê hatiye.

Di çar salên borî de, hêzên ewlekarî û dadwerî yên Îranê, li girtîgehan îşkence li çalakvanên jîngehparêzî kirine û tu delîlek ji bo piştrastkirina tawanan, bi taybetî bi tawana “sîxuriyê” tune ye.