‘Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin’

Malbata Şenyaşar di roja 687’emîn ya çalakiya nobeta edaletê de bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê kir.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 687’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar îro ji ber nexweşiya xwe tev li nobetê nebû, Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe çalakiya nobetê domand.

‘Qêy dibe ku mirov weke tiştek nebûbe bijî?’

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam parve kir: "Li nexweşxaneya dewletê jiyana mirovan hat bidawîkirin qêy dibe ku mirov weke tiştek nebûbe bijî? Ger te bizanibûya edalet emrê Xwedê ye, we yê vê bêdaletiya li Rihayê rawestandina. Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin."