Em hemû Şerîfe û Pexşan in – ANALÎZ

Siyaseta meleyan a me qala wê kir jî ev e û mirovan bi tayê pembû dixeniqîne. Werin em hemû bi hev re bibêjin em hemû Şerîfe ne em hemû Pexşan in û bi darvekirina wan em hemû tên darvekirin û gere em jiyana xwe biparêzin.

LEYLA WAŞÛKANÎ

Rejîma meleyan olê ji xwe re kiriye amûr û li pişt wê, bi navê wê hemû kiryarên xwe yên qirêj vedişêre, civakê bi wan zagonên kevneperest ditepisîne û tîne rewşa fetisandinê. Siyaseta meleyan a me qala wê kir jî ev e û mirovan bi tayê pembû dixeniqîne.

Gere ji cîhanê re were nîşandan ku pergala meleyên Îranê, barbar e di serdema cahiliyetê de dijî. Civaka Îranê bi salan e li benda hêzeke awarte ye ku bikaribe pergalê demildest biguherîne. Lê divê were zanîn ku hêza guhertin û veguhertina pergalê civak bi xwe ye. Her çiqas bi şoreşa Jin Jiyan Azadî tevahî gelên Îranê rabûn ser piyan jî kiryar û rêbazên meleyên darvekirinê, her dem domiyan û wekî ku tê zanîn bi hezaran mirov di zindanan de ne. Welatê Îranê weke zindanek servekirî ye û qismekî mezin ji gelê Îran û bi taybet jî gelê Fars derketine welatên derve, civaka xwe di nava kaosek mezin de hiştine. Dewlet jî li ser van lawaziyan pergala xwe dide berdewamkirin û ji ya xwe danakeve.

Pergala Îranê ji ya Rahibên Sumeran xirabtir e

Dema ku em li ser pergala meleyên Îranê lêkolîn dikin, nû hay li kiryarên wan ên veşartî û tarî dibin; bi rastî tu pergal weke pergala meleyan xeternak û xasok nîn e. Pergala meleyan pir veşartî û bêdeng xuya dike lê di rastiyê de, cewhera xwe qet wiha nîn e û welat weke qazaneke sergirtî, dikele. Dema ku mirov li ser makezagona dewleta meleyan, lêkolîn dike û dihizire mirov dibîne ku pergala wan ji pergala rahibên Sumeran, xerabtir e û ger mirov zagonên olî ji makezagona Komara Îslamî ya Îranê, cuda bike wê teqez tu zagon ji pergalê re nemîne û wê wek îskeletek vala bimîne. Ewqas makezagona komarê bi zagonên olî re honandine û derbasî nava hev kirine ku weke tayê enkebûtê ye, bûye bela serê jinan û civakê.

Komara Îranê xwedî hişmendiya desthilatdar û tundrew e

Rejîma meleyan olê ji xwe re kiriye amûr û li pişt wê, bi navê wê hemû kiryarên xwe yên qirêj vedişêre, civakê bi wan zagonên kevneperest ditepisîne û tîne rewşa fetisandinê. Siyaseta meleyan a me qala wê kir jî ev e û mirovan bi tayê pembû dixeniqîne, dike nava qefesek tarî. Lê mixabin zebaniyên pergala meleyan ji pîvanên ola Îslamê bêpar mane û her kiryarî layiqî gel dibînin. Kiryarên wek girtin, lêdan, bi lêdanê kuştin û rêbazê herî kevnar û xerab jî ew e ku li pêşiya gel mirovan bi darve dikin ku ev yek jî rêbazên tirsandin û bêdengkirina civakê ye. Komara Îslamî ya Îranê xwedî hişmendiyek desthilatdar û tundrew e. Ji bo desthilatdariya xwe her rê û rêbazê mubah dibîne. Pergala Îranê bi xapandin û derewan xwe li ser lingan digre û teqez wê textê wan wergere û hilweşe.

Zextên herî mezin li ser jinan e

Teqez gere were zanîn ku pergalên desthilatdar dawiya wan hatiye û yan ew ê xwe biguherînin an wê bi temamî hilweşin. Ger ku mirov bi çavên derve li pergala Îranê binêre, wê bibêje qey ew welat gelekî wekhev û demokrat e. Lê dema ku mirov li kiryarên hundirîn ên pergalê dinêre, mirov pir zelal dibîne ku pergala ku herî zêde xwedî kiryarên ji derveyî pîvan û exlaq e, rejîma Îranê ye. Pergala kevnar a Îranê mirovan, şaşwaz dihêle û dike nava fikaran. Di vê mijarê de mirov dikare bibêje ku pergala meleyan, zextên herî mezin li ser jinan pêk tîne û wekheviya wan a herî berbiçav jî li ser sêdarê ye. Dema ku mele mêran darve dikin bi rengekî wekhev, jinan jî bê ferq û cudatî li kêleka wan darve dikin.

Di vê der barê mirovek ji welatê Ewropayê, dema tê welatê Îranê û li ser civakê lêkolîn dike, şîroveyek wiha dike: “Dema ku ez derbasî bazarê bûm şaşwaz mam. Hemû jin bi cilên reş pêçayîbûn. Li welatê Farsan kîsên reş bi rê ve diçin.” Li vir mebesta wî rojnamevanî ew e ku rastiya pergalê û zextên wê yên li ser jinan bide îfadekirin. Pergala Îranê dixwaze xwe cîhanî bike û her dem li pey wan xeyalên xwe yên bûyîna pergaleke cîhanî ye. Ji bo ku weke serdema şahiya Daryûşê mezin bijî. Rêber Apo der barê siyaseta pergala Îranê de, wiha gotiye: “Pergala meleyan a Îranê xwedî hişmendiyek gelekî xerab û veşartî ye û hovîtiya wan gihîştiye pileya xeniqandina mirovan a bi tayê pembû.”

Têkiliya Kurd û Farsan

Di dîroka kevnar de gelê Kurd û Fars bi hev re weke du gelên wekhev jiyane û weke netew jî pir nêzî hev bûne. Gelê Kurd û Fars xwedî heman olê bûne û ola wan jî ya Zerdeştî ye. Serdemek pir pêşketî bi hev re, jiyane. Bi qasî 500- 600 domiyaye û împeratoriyek, mezin û bi nav û deng ava kirine. Împaratoriya ku bi navê Med û Persan bûye, geh Med serwerên welat bûne û geh jî Pers serwerên bûne. Di vê mijarê de dîroknasê bi nav û deng Heredot li ser wêrekî û mêraniya Medan pir bi şanazî, nivîsandiye û pesnê wan daye. Mixabin Persan li ser Medan komplo çêkirine û textê wan wergerandine, li şûna wan Pers danîne ser textê şahiyê. Dîsa dîroknûs Heredot, şahidiya fedayîtî û şerkeriya Medan kiriye û qala qehremaniya wan a li dijî Roma reş kiriye.

Lê mixabin xiyaneta Kyros ku neviyê Medan bûye û her wiha xiyaneta li keyê Medan kiriye bûye sedema wergerandina textê wan. Gelê Kurd her dem bi heval û hogirên xwe re rast û dost bûye û li ser baweriyê, jiyaye, mirovhez bûye. Lê mixabin, her dem bi derodora xwe xapiyaye û derbe xwariye. Her çiqas Kurd rast û durust bûne jî her dem bi xiyanet û komployan re rûbirû mane, bûne qurban. Bi taybetî jî gelê Kurd ji destên Farsan derbe xwariye, weke xisletek bingehîn ji xisletên Kurdan jî ew e ku dilpak û hestiyar in. Lê mixabin her dem dost û dijminan bi çavên xerab li wan nihêrîne û wan kirine şûna bêhiş û bêaqilan. Dagirkeran her dem gelê Kurd xapandine û ji bo berjewendiya xwe bi kar anîne.

Divê tu kes xwe nexapîne

Rejîma meleyan a Îranê her dem bi navê biratiya her du gelan, xiyanetê kiriye. Teqez gere were zanîn ku dewleta Îranê dirûstî û dostaniyê qet nas nake û her dem ji pişt ve li hevalên xwe daye. Gere were zanîn ku qet û qet bawerî bi pergala Îranê nabe û gere di vê mijarê de tu kes xwe nexapîne û nebêje rejîma meleyan dirûst û paqij e. Pergala meleyan a Îranê ji qirêjiyê qirêjtir e û qet jî mirovahî pê re tune ye. Pergala sitemkar a Îranê li ser xiyanet û kuştina, veşartî hatiye binyadkirin. Weke me li jorê jî da diyarkirin, di dîroka Îranê ya kevnar de xapandin û xiyanet gelekî meşhûr e.

Em ê qet û qet berxwedana Keleha Dimdimê û mîrê Çengzêrîn, ji bîr nakin. Hê di bîra me de ye Simko axayê Şikakî û birayê wî Şems Eldînê delal û zana. Gelo wê çawa baş bibe birîna Qazî Mihemedê dilêr û komkujiya li meydana Çarçira? Qet nayê jibîrkirin bêbextiya kuştina veşartî ya pêşeng û serkêşê gelê Rojhilatê Kurdistanê doktor Qasimlo. Pergala paşverû ya Îranê her dem bi reşkujiyan mirovên pêşeng û zana da winda kir. Divê were zanîn ku qet û qet em ê ji bîr nekin ku piştî girtina Rêber Apo, rejîma Îranê çawa hewl da ku tevgera azadiyê bikşîne nava şerê hebûn û tunebûnê. Mebesta wan ji wî şerî ew bû ku Kurd û Tirk hev tune bikin. Lê tevgera azadiya Kurdistanê bi zanebûn tevgeriya û armanca wan pêk neanî. Ji ber vê li hemberî tevgerê, helwest dan nîşandan û bertek raber kirin û heya niha jî dijminatiya wan bi tevgerê re berdewam dike.

Pergala Îranê weke ava li bin kayê ye

Lîstikên tunekirina du neteweyan û siyaseta wan a ji bo qirkirina gelan, hemû badilhewa çûn. Îran yek ji çar dewletên ku welatê Kurdan dagir kiriye ye û dewleta ku herî siyaseta wê xerab e jî Îran e. Teqez gerek mirov her dem li hemberî siyaseta wan şiyar be. Siyaseta meleyên Îranê gelekî bi fêlbazî û veşartî ye. Pergala meleyan weke ava bin kayê ye û serê mirovan bi tayê pembû jêdike. Weke ku tê zanîn siyaseta netew dewletan di Rojhilata Navîn de, gelekî li pêş e û dewletên herêmê teqlîda efendiyên xwe yên derve dikin. Jixwe bermahiyên şerê cîhanê yê yekem jî her çar dewletên ku Kurdistan dagir kirine ne. Dewletên wek Tirkiye, Iraq, Sûriyê û Îran in. Siyaseta Tirkiye û Iraqê ya li hemberî gelê Kurd her dem diyar bûye lê siyaseta dewleta Sûriyeyê û bi taybetî jî siyaseta Îranê pir xeternak e û kiryarên dermirovî li dijî gelê Kurd pêk tînin.

Bêexlaqiya herî mezin li ser civakê bi navê zagonên Îslamê pêk tîne

Pergala demborî ya meleyan bi navê parastina exlaqê jin û civakê, bêexlaqiya herî mezin pêk tîne û kiryarên dermirovî li ser jinan û tevahî civakê, disepîne. Ev jî bêexlaqiya herî mezin e li ser mirovahiyê. Rejîma Îranê bêexlaqiya herî mezin li ser civakê bi navê zagonên Îslamê pêk tîne û ew jî zagona zewaca sîxa ye (Zewaca demkî). Mele di bîroyên fermî de van karên xerab û derexlaqî dikin lê ciwanên ku helwestên wan ên azadiyê hene û dixwazin hinaseyek azad bistînin jî wan weke ciwana Kurd Jîna Emînî, dikin hedef û tune dikin. Gelek caran wiha li serê jin û ciwanan kirine lê bûyeran di nava xwe de veşartine û ji nedîtîve hatine. Vê carê nehat veşartin û rastiya pergala wan a qatil û derexlaq weke qawisekê bombeyê teqiya û bi şoreşa jin jiyan azadî mezin bû, belavî tevahî cîhanê bû.

Jin Jiyan Azadî îlhamê da tevahî jinên cîhanê

Şoreşa Jin Jiyan Azadî li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo ya nûjen hat destpêkirin û îlham da tevahî jin û gelên Îranê û heya Ewropayê bandora kir. Îro jî em dibînin ku jinên ciwan gav bi gav ber bi şoreşê ve diçin û ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo ku em kiryarên meleyan ên her dem berdewam dikin, derxin holê û bi hemû mirovahiyê bidin bihîstin divê têkoşînek pir xurt were kirin. Bi rastî mele rojane mirovên bêguneh û bêsûc darve dikin û ji bo ku civakê bitirsînin li pêş çavên xelkê mirovan li sêdarê didin û gunehê herî mezin ew bi xwe dikin. Pergala meleyan di van demên dawiyê de careke din gelek ciwanan bi darve kirine û dixwazin bi tirsandina civakê bandora şoreşa Jin Jiyan Azadî bişkînin û pergala xwe biparêzin.  

Cezayên darvekirinê li jinên têkoşer tên birîn

Bi taybetî jî darvekirina jinan xistine rojeva xwe û dixwazin bandora şoreşê bişkînin. Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî bi helwesta xwe ya serhildêrî xwestin pêşiya fikir û ramanên azad vekin û azadiya jinan û civakê misoger bikin. Lê mixabin niha rûbirûyê tundiya herî xerab in û bi destên zebaniyên ber deriyê dojehê biryara darvekirinê li wan hatiye birîn. Ew jî li hemberî wê zulmê li ber xwe didin û serî natewînin. Dewleta meleyan bi biryara darvekirina van herdu jinên têkoşer dixwaze tola xwe ji şoreşa jin jiyan azadî bigre. Bi van kiryarên darvekirinê pergal dixwaze bandora şoreşê bişkîne û temenê xwe dirêj bike lê mixabin dawiya pergala meleyan a peritî hatiye û xelasiya wan tune ye.

Bi darvekirina wan em hemu tên darvekirin

Wekî tê zanîn bi qetilkirina keça ciwan Jîna Emînî re jin, ciwan û tevahî beşên civaka Îranê rabûn ser piyan û rabûna wan gihîst asta şoreşa azadiyê. Bi yek dengî û heman dirûşmê jinên li çar aliyên cîhanê soza xwe kirin yek û destek dan jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Careke din em bi hêvî ne ku tevahî jin û civak bi yek dengî bibêjin bes e ji darvekirinê re û li hemberî zagonên meleyan ên paşverû yên ji serdema cahiliyetê mane û dermirovî, bisekinin û bibêjin na ji darvekirin û kuştina jinan re. Kuştina jinan kuştina jiyanê ye û gere jiyan were parastin. Parastina jinan, parastina civakê ye, parastina hebûn û mirovahiyê ye. Ez bang li tevahî jinan dikim û dibêjim, werin em hemû destên xwe bidin hev, heval û hogirên xwe biparêzin û li wan xwedî derkevin.

Werin em hemû bi hev re bibêjin em hemû Şerîfe ne em hemû Pexşan in û bi darvekirina wan em hemû tên darvekirin û gere em jiyana xwe biparêzin. Teqez bi yekîtiya me û têkoşîna bi hev re wê pergala meleyan û tevahî pergalên serdest werin hilweşandin.

Ez bang li jinên cîhanê dikim û dibêjim werin, em bibin yek û textên zalim û tundrewan bişkînin û bi yekîtî û têkoşînê teqez wê serkeftin para me be.