‘Em ê tu carî li dijî zextan serî netewînin’

Cezayên ku li rojnamegeran hatine dayîn bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li Enqereyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi van êrîşan hewl hat dayîn hemû çapemeniya muxalîf bê bêdengkirin. Em ê tu carî serî netewînin”

Enqere-Piştî daxuyaniyên li Amed û Stenbolê 8 rojnamegerên ku di 29’ê Cotmeha 2022’an de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 8 rojnamegeran hate birîn. Cezayên hatin birîn hatin ṣermezarkirin. Di daxuyaniya bi pêşengiya DFG, MKG, Disk Basîn Îş, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Rêxistina Bajarê Enqereyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayigit û Sînan Çîftyûrek, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, gelek sazî û kes beşdar bûn. Nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avcî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê xwend.

Melek Avci diyar kir ku îro dîsa li dijî binpêkirinên azadiya ragihandin û çapemeniyê hatin cem hev. Melek got, “Mixabin hemû hikûmetên li Tirkiyeyê di dîroka xwe de li dijî azadiya çapemenî û ragihandinê xwedî qeydên tarî ne. Hikûmeta AKP'ê di dîroka Tirkiyeyê de hemû zext û êrîşên li hemberî çapemeniyê bi awayekî herî sîstematîk pêk anî. Bi van êrîşan hewl hat dayîn hemû çapemeniya muxalîf bê bêdengkirin û bêbandorkirin."

Melek Avci herî dawî di daxuyaniyê de peyama ew ê tu carî li dijî zextan serî netewînin da.