Li dijî qetilkirina rojnamegeran meş: Em ê bê deng nemînin

Rojnamevan û şeniyên Wargeha Mexmûrê bi meşekî girşeyî êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevan şermezar kirin û gotin: “Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bibin dengê heqîqetê.”

Mexmûr – Dewleta Tirk îro di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Rojnamevan û şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan bi meşekî girseyî şermezar kirin.

Meşa ku bi beşdarbûna şeniyên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Rojnamevan Bêrîvan Tunç axivî.

Bêrîvan Tunç, di destpêka axaftina xwe de êrîşa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan şermezar kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk îro carek din êrîşê kedkarên çapemeniya azad kir. Dewleta Tirk di 1’emîn salvegera êrîşa li dijî JIN Tv'yê de carek din êrişê kedkarên çapemeniya azad kir. Em bêdengiya Hikûmeta Herêmê û hemû saziyên navnetewî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Em wek kedkarên çapemeniya azad dibêjin, em ê tucaran dev ji heqîqetê bernedin û bibin şopdarên heqîqetê.”

‘Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bibin dengê heqîqetê’

Bêrîvan Tunç, di berdewamiya axaftina xwe de balkişand êrîşên li dijî rojnamevanan a li seranserê Kurdistanê û wiha got: “Li seranserê Kurdistanê kedkarên çapemeniya azad ên dibin dengê heqîqetê, rojane rastî binçavkirin, girtin, cezayên darvekirinê û qetilkirinê tên. Yekane armanca van êrîşan qûtkirina dengê heqîqetê ye. Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bibin dengê heqîqetê. Emê kamera û pênûsa rêhevalên xwe yên di oxîra ragihandina heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane erdê nehêlin.”

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.