‘Em ê ji bo çareseriyek mayînde bi îsrar çalakiya xwe bidomînin’

Yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî da zanîn ku di girtîgehan de di nava 11 mehên dawî de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, ji bo ji niha û pê ve kes jiyana xwe ji dest nede ew ê nobeta edaletê bidomînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Çalakiya nobeta edaletê ya xizmên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, zêdetirî sal û nîv e berdewam dike. Xizmên girtiyan ku di 1'ê Kanûnê de roja xwe ya 380'emîn temam kirin, çalakiya xwe sê rojên hefteyê bi çûndina ber girtîgehê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û Edliyeyê Amedê û daxuyaniya çapemeniyê didomînin. Malbatên ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin têdikoşin, bal kişandin ku tevî dema derbasbûyî jî ji bo girtiyên nexweş tu gav nehatiye avêtin.

Di 11 mehan de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Li girtîgehên Tirkiyeyê di 11 mehên dawî de 73 girtî û hikumxwaran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)’ê ya Nîsana 2022'an jî li Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî bangên tên kirin jî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş li girtîgehan berdewam dike û mafên dermankirinê jî gelek caran bi sedamên muayeneyên kelepçekirî, lêgerîna hundirê dev û pêkanînên karantînayê tê astengkirin. Girtiyê nexweş Abdulhelîm Kirtay ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê ya Îzmîrê dimîne jî yek ji girtiyên nexweşên giran e. Keça wî Herdem Merwanî ku wek bavê xwe yê girtiyê nexweş ji bo bi hezaran girtiyên nexweş di nobeta edaletê de cih digre, got ku divê di vê pêvajoyê de ji bo girtiyên nexweş çalakî bên zêdekirin.

'Bi berxwedanê agahdariya ji rewşa girtiyan zêdetir bû'

Herdem Merwanî bal kişand ku bi nobeta edaletê re di civakê de li ser girtiyên nexweş û girtîgehan baldariyek hatiye afîrandin, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemî û piştî wê de girtî di girtîgehan de tenê hatin hiştin. Herdem Merwanî bal kişand ser nobeta edaletê ya zêdeyî 380 roj in didomînin û wiha got: “Me bi daxwaza çareseriya hemû pirsgirêkên li girtîgehan, dest bi nobetê kir. Dema me ewilî dest bi nobetê kir, rewş xerabtir bû. Mirov nikaribûn bibêjin ku xizmekî wan li girtîgehan heye. Beriya wê jî şewb hebû, di vê pêvajoyê de girtî bi tenê hatin hiştin. Di nava civakê de hatin jibîrkirin. Di wê demê de dem bi dem girtî dihatin berdan. Lê ji bo girtiyên siyasî tiştek nehat kirin. Lê tu kes vê neheqî û pirsgirêkan ji xwe nedikir xem. Vê jî di civakê de rehetiyek afîrand. Civak di ferqê de nebû ku xizmên wan ên girtî nayên berdan. Di rewşeke wiha de me jî dest bi nobetê kir. Vê nobetê di xala xwedîderketina girtiyên nexweş de di civakê de bandorek girîng afîrand.”

“Partiyên muxalefetê sozên dan bi cih neanîn”

Herdem Merwanî diyar kir ku ji saziyên sivîl û gel piştgiriyek baş didin nobeta ku hatiye destpêkirin û di nava piştevaniyê de ne, da zanîn ku muxalefet di warê piştgiriyê de di bin sifrê de ye. Herdem Merwanî da zanîn ku rûxmê çûne meclisê û hevdîtin pêk anîne jî ji bo girtiyên nexweş çareseriyeke mayînde nehatiye kirin û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Dema me ewil dest bi nobetê kir, rêxistinên civaka sivîl û parêzerên li bajêr her dem bi me re di nava hevgirtinê bûn. Bi nobet û berxwedana dayikan re hay jê hebûna civakê zêde bû. Partiyên siyasî jî piştgirî dan lê bi awayê şexsî xwedîderketineke mezin çebû. Ev çalakiya me hê jî berdewam dike hê jê nexweş di girtîgehê de gelek in û rewşa wan roj bi roj zêdetir xirabtir dibe. Burokrasî jî hin zêdetir li ser partiyên siyasî dimeşe lê di vê wateyê de xwedîderketinek mezin nehat jiyîn. Em dikarin bibêjin ku siyaseta Tirkiyeyê di vê wateyê de di bin sifrê de ma. Piştgiriya ku civakê dixwest û hêvî dikir nehat dayîn. Hem ji aliyê hikûmetê ve hem jî muxalefetê û wezîrê dadê ve tu tiştek nehat kirin.”

'Heta bersiv were dayîn em ê çalakiya xwe bidomînin'

Herdem Merwanî diyar kir ku ew ne bêhêvî ne û bang kir ku di vê di xala çareseriyê de partiyên muxalefetê demildest gavek bavêjin, wiha bi dawî kir: “Dema em li malên xwe bin jî di nobeta edaletê de ne. Dîsa guh û dilê me li girtîgehan e. Gava danê sibê em ji xew hişyar dibin tişta ewil a ku em dikin, temaşekirina nûçeyên der barê girtîgehan de ne. Em dinêrin ka li wir rewş çi ye. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan e, ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirsgirêka hemû gelan e. Ji ber vê yekê me ji muxalefetê bawer kir. Em naxwazin bêhêvî bin. Ne yek, ne du, ne sê, pêwîst e ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bi du caran çûyîna meclisê çareserî çênebû. Em bi israr dixwazin û li bendê ne ku ev pirsgirêk bê çareser.”