‘Em ê girtiyên doza Kobanê li ser axa xwe ya azad hembêz bikin’
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî têkildarî girtiyên doza Kobanê wiha got: “Doza Kobanê encama serkeftina berxwedanê ye. Em ê careke din bi heman ruhî û li ser axa Kobanê ya azad hev hembêz bikin û sînorên di navbera xwe de rakin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Dewleta Tirk der heqê 108 siyasetmedar, hevserok, parlementer û kesên ku di pêvajoya berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de piştevanî dan, ceza birî. Siyaseta dewleta Tirk a li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê ku di çarçoveya doza kûmpasê ya Kobanê de tê meşandin, di 16’ê Gulanê de 108 kes hatin darizandin û girtîne.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Efendî ku li gel girtiyên doza Kobanê ji nêz ve xebatên hevbeş li Bakurê Kurdistanê daye meşandin, ji ajansa me re nirxand kir û helwesta xwe anî ziman.
‘Cara yekemîn bû ji Rojavayê Kurdistanê koçberî çêdibû’
Eyşe Efendî bi êrîşên li ser Kobanê ku di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kirin dest bi axaftina xwe kir û got: “Em niha di meha Îlonê de ne ku ev meh ji bo me gelê Kobanê gelek bîranînên bi êş û nakok dihewîne. Di îlona 2014’an de em rû bi rû yê êrîşeke dijwar a çeteyên DAIŞ’ê man. Bi sedan kes bêhêvî û bawerî koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. Gelê Kobanê û hemû Rojavayê Kudistanê tu carî, tevî hemû zext û zordariya rejîma Baasê jî koçberiyeke bi wî awayî nedîtibûn û dûrî warê xwe nektibûn. Ji ber vê jî me bi wan hestên ku em ê li bajarê xwe vegerin û wê Kobanê nekeve sînor derbas kir. Dîsa jî gelek dijwar bû, me li pişt xwe dinêrî û valabûneke mezin di Kobanê de didît. Ger ez bibêjim bayê Kobanê bêhna xwînê bi xwe re dianî, wê kêm be. Bi taybetî beriya êrîşa li ser Kobanê, fermana ku di Tebaxê de li serê Şengalê hat rakirin, ji komkûjî, qetilkirin, revandin, tecawiz û hemû bûyerên hovane yên ku DAIŞ’ê pêk anî, bandoreke mezin li ser derûniya gelê Kobanê çêkir û metiriyseke mezin ava kir. Ev jî yek ji sedemên bingehîn ên koçberiyê bûn.”
‘Rêber Apo ji bo Kobanê Kurdistanê rakir ser piyan’
Eyşe Efendî da diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bangewaziya ji bo Kobanê re, çar parçeyên Kurdistanê li gel hev kom kiriye û wiha domand: “Rêber Apo ji bo xwedîderketin û parastina Kobanê bangwaziyeke wisa kir ku veguherî serferberiyeke Kurdistanî. Bi banga Rêber Apo re çar parçeyên Kurdistanê li dora Kobanê civiyan, dilsoz û hogirên Rêbertî bi hev re govenda azadî, berxwedan û Apogeriyê gernadin. Bi vî awayî jî me şahidiya herikîna bi hezaran jin û ciwanên Kurd, ber bi Kobanê ve kir. Di vê rewşê de, gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku herî zêde xwedî li Kobanê derket gelek astengî û zext dît. Wê demê gel bi vîn û biryardariya xwe sînorên dagirkeriyê ji holê rakir, Kobanê û Bakurê Kurdistanê bûn yek.”
‘Serkeftina di encama hevgirtinê de projeyên komplogeran guherand’
Eyşe Efendî bilêv kir ku serkeftina Kobanê nexşeriya siyasî daye guhertin û got: “Bi taybetî di qonaxa berxwedana Kobanê de, li hemberî Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd ji aliyê hêzên komploger û hegemon ve gelek projeyên siyasî, dîplomasî û erdnîgarî jî bi pêş ketin. Jixwe ew plan parçeyekî mezin ji komploya li hemberî Rêber Apo bû ku tê zanîn ev hêzên komploger di her derfetê de hewl didin sûdê ji rewşa Rêber Apo bigrin û berjewendiyên xwe pêk bînin. Di vî warî de banga ji Îmraliyê û bi lez xwedîderketina gelê Kurd li serferberiyê çarenûsê hemû guherand. Hevgirtina Kurdan a ji bo Kobanê û valaderxistina planên li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, nexşeriya siyasî û erdnîgarî ya van hêzan bi temamî da guhertin. Hêviyên hêzên navdewletî û bi taybetî dewleta Tirk ji êrîşa li ser Kobanê ew bû ku şoreş tune bibe û Kurdên li Rojavayê Kurdistanê di qirkirin û koçberiyan re derbas bibin.”
‘Bakurê Kurdistanê 134 rojan di nava tevgerê de bû’
Eyşe Efendî di domandina axaftina xwe de behsa piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi berxwedana Kobanê re kir û wiha domand: “Piştî valaderketina plana li ser Kobanê, bêguman wê dewleta Tirk û hevkarên wê li projeyeke alternatîf bigeriyana ku ev yek jî bi vekirina doza Kobanê re derket pêş. Dewleta Tirk didît ku piştevaniyeke mezin ji bo Kobanê dihat pêşkêşkirin ku ji şaredarî û meclisan bênavber alîkarî dihat kirin. Di asta ku alavên şaredariyên Amed û Rihayê derbasî Kobanê bibin û bermahiyên şer kom bikin de bû. Li aliyekî din hemû derfetên lojîstîk ji bo yên koçber û yên di Kobanê de jî dihatin dayîn. Her wiha barê tendirustî û dermankirina birîndarên şer, li ser Bakurê Kurdistanê bû. Yanî ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve derfet û xizmetên bêdawî hatin pêşkêşkirin. Ev xebat hemû li ber çavên hikûmeta Erdogan pêk hatin, heta me li Enqere û Stenbolê komxebatên ji bo Kobanê, yekitiya Kurdan û Kurdistanê jî li dar xistin.”
‘Doza Kobanê encama kîn û hêrsa dewleta Tirk ya ji serkeftinê ye’
Eyşe Efendî da zanîn ku dewleta Tirk ji ber nepêkanîna armanca xwe, doza Kobanê vekir û wiha got: “Me dizanibû ku bêdengiya dewleta Tirk a wê demê ne ji xêrê re ye, tenê ew li benda binketina berxwedana Kobanê bû ku bikeve tevgerê. Erdogan li bendê bû ku çeteyên wî Kobanê bigrin û radestî wî bikin ku ew jî were nimêja xwe di mizgefteke me de bike. Ev yek pêk nehat, berxwedan bi serkeftin û hevgirtina gelê Kurd a li gel hev û piştevaniya derket holê, hêviyên dewleta Tirk vala derxist. Lewre me dît ku tevliheviyê derxistin û di bin navê doza Kobanê de bi dehan siyasetmedar û parlamenter hatin binçavkirin û herî dawî ceza li wan hat birîn. Ev mijar di raya giştî de bû rojev, ji ber berxwedana Kobanê ji bo hemû mirovahiyê xwedî wate ye. Lê mixabin di mijara gelê Kurd û kiryarên dewleta Tirk de, zagon û hevpeymanên herêmî û navneteweyî jî tên paşguhkirin û binpêkirin.”
‘Em ê li ser axa Kobanê ya azad hev hemêz bikin’
Eyşe Efendî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Çawa ku gelê me yê Bakurê Kurdistanê hemû derfetên xwe ji bo me pêşkêş kirin û di demên me yên herî dijwar de xwedî li me derketin, weke gelê Kobanê em jî amade ne hemû hêza xwe seferber bikin. Di wê demê de yek ji van kesên girtî digot ku dema Kobanê rizgar bibe, hûn ê ji bo min malekê li ser girê Miştenûr ava bikin û ez ê tê de bimînim. Em van bîranîn û daxwazên hevalên xwe ji bîr nakin, em ê wê têkoşînê bidin meşandin ku ev sînor di navbera me de rabin da ku em wan xeyalên xwe yên bi hev re pêk bînin. Weke gelê Kobanê û bi taybetî jî malbatên şehîdan, em girtiyên doza Kobanê û hemû girtiyên azadiyê bi dil û can hembêz dikin. Di kesayeta Kobanê de ku îro ji bo hemû Kurdan û mirovahiyê bûye sembol, bi biryardariya ku em ê rojekê li ser axa Kobanê ya azad hev hemêz bikin berxwedana wan silav dikin.”