‘Em ê dirûşma Jin Jiyan Azadî li her deverê bilindtir bikin’
Li bajarê Qamişloyê Kongra Star bi boneya salvegera Serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyaniyeke çapememeniyê da.

Qamişlo – Kongra Star bi boneya salvegera 3’yemîn a Serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê Kantona Cizîrê, bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn.
Di salvegera sêyemîn a şoreşa Jin Jiyan Azadî de, weke Rêxistina Kongra Star di şexsê jinên serhildêr Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de, em tevahî şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî bi bîr tînin û dibêjin ku salvegera şoreşê destpêkê mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî Rêber Apo û li tevahî gelên Rojhilat û Îranê careke din pîroz be.
‘Serhildana Jin Jiyan Azadî li dijî zextên rejîma îranê derket’
Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma efsûnî nîşan dan ku di sedsala 21’ê de, jinan di riya azadiyê de ji merheleyên girîng derbas bûne. Ev şiar di têkoşîna gerdûnî ya ji bo azadiyê de weke sembolekê derket pêş. Bi vê şiarê û serhildana ku derket holê dida nîşandan ku nirxên aydê jinan ên dîrokî ji nûve tên vejandin. Jin li hemberî pergala qirker dikarin pergalên bi kok bihejînin. Serhildana Jin Jiyan Azadî li dijî zextên rejîma îranê yên hovane bi pêş ket. Ruxmê hemû êrîşên rejîma îranê, gefên darvekirinê jî her çû mezintir û berfirehtir bû. Rejîma îranê di encamê de bi hezaran serhildêran xistin zindanan û heta niha jî agahiyê kesê ji van girtiyan nîn e.
‘Li hemberî kiryarên rejîma Îranê bertekên lezgîn pêwist e’
Her sal di dema salvegerê de rejîma Îranê van kesên serhildêr bi veşartî darve dike. Îsal jî em dizanin ku tenê di meha îlonê de di girtîgehên cuda yên îranê de nêzî 50 çalakger bi veşartî hatine darvekirin û cenazeyên wan jî bi veşartî hatine binavkirin. Ev bûyerên bi vî rengî sosret di me de nîgeranan çêdike ku li ser jinên serhildêr Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî jî xeterên bi vî rengî hene. Li hemberî kiryarên rejîma îranê bertekek lezgîn pêwist e û di qada navneteweyî de dengekî xurt lazim e derkeve. Em bang li gelên azadîxwaz dikin her wiha li saziyên demokrat, kesên li dijî pergalên dagirker dixwazin deng derxin, jinên ku dixwazin li dijî van kiryaran deng derxin dikin ku hêzên xwe bikin yek û dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê da ku dawî li kiryarên rejîma îranê bê.
‘Em weke rêxistinên jinên azadîxwaz hêza xwe bikin yek’
Ev felsefe hemû jinên azadîxwaz li heman xalê anîn cem hev. Îro jî ev rêxistina jinên têkoşer pêwist e dîsa li hemberî pergalên serdest hêza xwe bikin yek û li dora felsefeya jiyanê kom bibin. Di sedsala 21’ê de, bi hemû hêza xwe em ê li dijî pergalên baviksalar têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo ku di vê sedsalê de pergalên serdest nêzîkatiyên xwe yên zayendperest, olperest, netewperest li ser jinên azad nesepînin em weke rêxistinên jinên azadîxwaz hêza xwe bikin yek.
‘Em ê her dem li kêleka gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bin’
Em dîsa dibêjin ku hemû pêşketin, îdia, moral, yekitî û têkoşîna jinan dide nîşandan ku di şerê tê meşandin de serkeftin wê ya jinên azadîxwaz be. Pergalên dijminên jinan tu carî wê negihîjin armanca xwe. Bi vê bîr û baweriyê em ê têkoşîna xwe mezintir û bilindtir bikin û her dem li kêleka gelên me yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bin û dirûşma Jin Jiyan Azadî li her deverê bilindtir bikin. Baweriya me ya azadiyê ji her demê zêdetir û xurtir e. Em dîsa têkoşîn û berxwedana gelê wêrek û têkoşer ji dil û can silav dikin.
Daxuyanî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bi dawî bû