“Em dest ji qada Galatasarayê bernadin"

Dayikên Şemiyê ku di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bertek nîşanî êrîşa polîsan û binçavkirinên li hemberî çalakiyên hefteya 900'emîn dan, ev peyam dan: “Em dest ji qada Galatasarayê ku 202 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û darizandina kujerên wan, her hefte li Qada Galatasarayê çalakî pêktînin, çalakiya xwe ya hefteya 901’an bi riya online li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal hat kişandin ser êrîşên polîsan û binçavkirinên ku di hefteya 900’an de pêk hatin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Îkbal Eren daxuyanî da.

“Me dîroka kesên di binçavan de hatin windakirin li Galatasarayê nivîsand”

Îkbal Eren, bi bîr xist ku di civîn û xwepêşandanên ku organîze dikin de mafê gel heye ku bi awayekî azad cihê xwe hilbijêrin û wiha got: "Ji ber ku li Qada Galatasarayê çalakî kirin rastî helwesta dijminane ya hikûmetê hatin. Desthilat hewl dide bi polîtîkayên zext û tundiyê me bêdeng bike. Lê me her carê rêyek dît ku em gotina xwe bibêjin. Me dîroka kesên di binçavan de hatin windakirin li Galatasarayê nivîsand.”

“Ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyê deng dernakeve”

Îkbal Eren, bi bîr xist ku ji bo hêsankirin û parastina kombûnên aştiyane mecbûriyeteke dewletê heye û diyar kir ku ev 4 sal in ji aliyê Qeymeqamtiya Beyoglûyê ve bi awayekî keyfî pêşî li çalakiyên wan tê girtin. Eren, da xuyakirin ku qanûn li dijî wan weke ‘amûreke çavtirsandinê’ tê bikaranîn û got: “Bi tinehesibandina Destûra Bingehîn re pêşî li me tê girtin ku em mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe bi kar bînin.” Eren, bertek nîşanî fakulteyên hiqûqê, navendên mafên mirovan ên fakulteyan, kursiya makeqanûnê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê yên li dijî vê rewşê dengê xwe dernexistin dan. 

Îkbal Eren, destnîşan kir ku mafê kombûna aştiyane pîvana demokrasiyê ye û bi lêv kir ku cihê mafê kombûnê tê astengkirin nikare qala hiqûq û demokrasiyê bê kirin. 

“Daxwaza me zelal û bênîqaş e”

Îkbal Eren, anî ziman ku ew ê li dijî hemû astengiyan ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin dest ji daxwazên xwe yên rewa bernedin û wiha berdewam kir: “Daxwaza me zelal û bênîqaş e; Em Tirkiyeyeke ku tundiya dewletê ji şeweyeke rêveberinê derketî dixwazin. Em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin ku aqûbeta mirovên me yên di binê çavan de hatine windakirin lê diyar bibe, fail û berpirsyar li pêşberî dadgeriyeke adîl hesab bidin û windayên di binê çavan de careke din rû nede dixwazin.”

“Em bang li rêxistinên hiqûqê dikin ku peywîra xwe bi cih bînin”

Îkbal Eren, da xuyakirin ku çiqas sal derbas bibin jî ew ê dev ji daxwaza edaletê û çalakiya ji bo windahiyên xwe bernedin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di hefteya me ya 901’emîn de em bang li her kesên daxwaza Tirkiyeyeke demokratîk, azad, wekhevîxwaz û adîl dikin ku di kesayeta Dayikên Şemiyêde mafê kombûna aştiyane biparêzin. Di serî de baro, em bang li rêxistinên hiqûqê dikin ku peywîra xwe bi cih bînin.