‘Em ê dagirkeran ji axa xwe derxin’

Jinên kantona Efrîn Şehbayê bertekên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan û teqez kirin ku ew ê li hember êrişan serî netewînin û dê berxwedana xwe dewam bikin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Jinên Efrînî ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk neçar mane ku koçî Şehbayê bikin û li wir jî him li dijî êrişên dewleta Tirk him jî li dijî rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser heremê li berxwe didin. Jinan bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û gotin ku ew ê dagirkeran ji axa xwe derxin.

‘Bi salan e em di bin gefên dewleta Tirk de ne’

Ji Til Rifetê Neda Mihemed bal kişand ku siyasetek qirêj li dijî gelan tê meşandin û got: "Ji dema şoreşa Rojava destpê kiriye xelkên Til Rifetê di bin gefên dewleta Tirk a dagirker de dijîn. Dewleta Tirk siyasetan ji bo dagirkirina wê dimeşîne bi armanca projeya xwe ya dagirkeriya xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bike. Dewleta Tirk a dagirker bi riya operasyonên xwe yên dagirkeriyê û dagirkirina hin ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din li Sûriyê ji bo xewna xwe ya Osmanî pêk bîne. Lê belê em weke pêkhateyên herêmê hevgirtî ne û ti ferq û cudahî di navbera ol û baweriyan de tune ye. Doza me banga biratiya gelan dike û me li ser xakê ev yek pêk aniye."

‘Em dest ji axa xwe bernadin’

Neda Mihemed wiha dewam kir: "Em dest ji axa xwe bernadin û em nahêlin ji dewleta Tirk re bimîne. Em ê li ser axa xwe bin û em ê armancên dewleta Tirk a dagirker bi bin bixin. Em xwediyê axê ne û em ê çarenivîsa wê diyar bikin. Ez bang li hemû rêxistinên mirovî û dewletan dikim ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji dewleta Tirk a dagirker li ser kiryarên pêk tîne hesabê bixwazin."

‘Vîna me ji planên wan xurttir e’

Cîhan Mihemed a koçbera ji Efrînê ye û niha li Til Rifetê dimîne got: “Ji beriya 7 salan ve em koçber in. Di destpêka koçberiyê de û heta niha hemû siyaset li dijî me tên meşandin ji bo em careke din koçber bibin û Til Rifet were dagirkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dixwaze projeya me ya demokrasiyê hedef bigre. Dema em ji herêma xwe koçber bûn me riya berxwedanê hilbijart. Îrade û berxwedana me ji hemû plan û gefan xurttir in. Em ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin û em teslîm nabin. Em ê herdem silogana Berxwedan Jiyan e rakin."Cîhan Mihemed bêdengiya rêxistinên Hiqûqî û mirovî li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya wan tê wateya ku ew jî hevkarên êrişan in.

Henaa Ehmed ya ji koçberên Efrînê ye ku Rifetê dimîne jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şehbayê şermezar kir û wiha got: "Êrişên dagirkeriyê dê berxwedana me têk nebe û dê îradeya me neşkîne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin ji ber em xwediyên xakê ne. Dagirkirina herêmên din ji xaka Sûriyê dê jêre xewn be."