“Em ê bi piştgiriya hev tundiya li ser jinê bidawî bikin”
Rêxistina Kongra Star û Komîteya Jineolojî ya bajarê Helebê panêleke gotûbêjî li ser tundiya li ser jinan û rêyên çareseriyê ji bo bidawîkirina tundiyê lidarxistn.

Heleb – Rêxistina Kongra Star û Komîteya Jineolojî ya bajarê Helebê bi dirûşma "Rêxistinkirina civakî tolhildana ji koletiyê ye" di derbarê tundiya li ser jinan û rêyên çareseriyê ji bo bidawîkirina tundiyê de panêlek gotûbêjî lidar xistin.
Rêvebera Navenda Edaleta Jin a bajarê Helebê Fatima Hesen da zanîn ku roj bi roj bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin û wiha pê de çû: "Rojane tundiya li ser jinê zêde dibe û ev yek dihêle ku rewşa civaka me ber bi xerabûnê ve biçe. Divê em çareseriyeke bi bandor bibîn û em hev re dawî li tundiya li ser bînin. Divê em hemû yek dest bin da ku em bikaribin çareseriyê ji hemû pirsgirêkan re bibînin û civaka xwe biparêzin."
Endama Komîteya Lêkolîna Jin Yasmîn Mihemed jî got ku jin civakê temsîl dike û wiha lê zêde kir: "Pirsên sereke yên ku em ji xwe dikin divê ev bin, em çi dixwazin? Armancên me çi ne? Her wiha divê jin di civakê de bibe xwedî roleke mezin û hemû mafên xwe bi dest bixe ji ber ya ku civakê bi rêxistin dike jin e."
Endama Komiteya Jineolojiyê Nûjiyan Hesen jî anî ziman ku pênaseya yekem a tundiya li ser jinê têgehek e ku bi gelemperî ji bo her tundiyek ku li dijî jinan tê kirin tê bikar anîn û wiha lê zêde kir: "Yên ku herî zêde di civakê de rastî tundiyê tên jin in. Heya roja me ya îro jî hîn jin weke milkê mêr tê dîtin. Divê ev zihniyet bi temamî bê guhertin."
Parêzera Edaleta Civakî Yasmîn Necar jî destnîşan kir ku êrîşê herî bi xeter li dijî jinan tên kirin û wiha domand: "Rojane jin tê qetilkirin, binçavkirin, revandin, recawizkirin, darvekirin û ji hemû mafên xwe tên mehrûm kirin."
Endama Kongera Star Mewlîde Silêmen eşkere kir ku ew weke xebatkar edalet ji wan tê xwestin û wiha berdewam kir: "Divê em hemû kesên li vir edelatê bimeşînin. Wek me bi hezaran kes di nav xebatê de ne. Wek xebatkar adelet ji me tê xwestin, dê ji me destpê bibe û em ê ava bikin."
Panel bi van pêşniyar û encamnameyê bi dawî bû:
Şikandina qalibên ku ji serdema Someriyan ve hatine avakirin û guhertina hişmendiya mêran û desthilatê bi rêya qanûn û cezayan.
Hişyarkirina bi çanda demokratîk.
Rola jinê di aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî de bê xurtkirin.
Avakirina yekrêziya jinan bi rêya lidarxistina panel û komxebatan li seranserî Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê.
Destekdayîna ji bo ciwanan.
Vekirina perwerdeyan ji bo xebatên siyasî û dîplomatîk.
Panelên hevbeş der barê derûniya jinê de werin lidarxistin.
Mafên jinan bikeve meteryalên xwendinê.
Jin û mêr li ser pîroziya zewacê bên perwerdekirin.
Destek ji projeyên aborî yên jinan re werin dayîn.