“Em dest ji daxwaza edaletê bernadin”

Xizmên windayan, kujerên Ahmet Okuyucu yê ku di sala 1993'an de li Farqînê hat qetilkirin pirsîn.

Amed - Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu kom bûn û di hefteya 695’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. 

Xizmên windayan, vê hefteyê serpêhatiya qetilkirina Ahmet Okuyucu ku xwendin ku di 27’ê Çilêyê 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê li kargeha xwe hatibû qetilkirin.

Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim, serpêhatiya Ahmet Okuyucu xwend.

“Di 27’ê çileya 1993’yan de dema kargeha xwe vedike û du kesên ku çek li ser wan in wek muşterî tên kargehê. Ew kesên ku wek muşterî tên kargehê 24 gule direşînin û Okuyucu li kargehê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê esnafên derûdorê cenazeyê wî radikin nexweşxaneyê.”

Malbat neçar dimîne ji farqînê koç bike”

Derya Yildirim, diyar kir ku malbata Ahmet ji bo ku ji Ferqînê derkevin rastî zext û zorê tên û wiha got: “ Bavê vî Harûn Okuyucu mela bû û cenazeye lawê xwe di hewşa malê de şûştiye. Mele di heman demê de kesên ku di wan salan de li naverasta kuçeyan dihatin kuştin cenazeye dişûşt û ji ber vê gelek caran rastî gefên kuştinê hatiye. Piştî 3 mehan li pêşiya mala mele gule hatine teqandin û 7 meh şûnve jî kargeha wan û embara wan ya pembû tê şewitandin. Malbat ji ber wan bûyeran neçar dimînin û ji Farqînê koç dikin.”

‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’

“Malbat ji ber zextan newirê serî li riyên hiqûqê bide. Ji vê rojê heta îro kujerên nehatine dîtin. Çend sal derbas bibe jî ji bo dîtina windayan û cezakirina kujeran wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.” 

Çalakî bi çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan re bi dawî bû.