“Em dengê berxwedana xwe tevlî berxwedana zîndanan dikin”
Di girtîgehên dewleta tirk a dagirker de rojane êşkence û kiryarên dijmirovî di derheqê girtiyên siyasî yên kurd de tên meşandin. Dayikên Efrînî piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana girtîgehên Tirkiyê nîşandan û gotin: "Ev girtî ji ber doza welatê xwe hatine dîlgiritin û wê tu carî jî dev ji berxwedana xwe bernedin heya ku dighînin armancên xwe. Emê jî piştevaniya wan bikin û wan bi tenê nahêlin."
HESNA MIHEMED
Şehba - Bi salane di zîndanên dewleta tirk a dagirker de girtiyên siyasî yên gelê Kurd hatine dîlgirtin hene. Dewleta tirk girtî û parlamenterên siyasî mafê wan ên rawe jê standiye û nahêle hevdîtin bi wan re pêk were. Di heman demê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî zext û tecrîd girantirkirye. Li hember vê yekê jî hemû dewletên ku bi mafê mirovan bang dikin, bêdeng mane ev jî tê wê wateyê ku bi dewleta tirk re hevkarin. Di derbarê rewş girtiyan û êşkenceyên ku li ser wan tên meşandin dayikên herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
"Em dengê xwe tev berxwedana zîndanan dikin"
Sûreye Hebeş piştevaniya xwe ji berxwedana zîndanan re anî ziman û got: “Em wek malbetên şehîdan zilma dewleta tirk li ser girtiyên me yên siyasî tu carî qebûl nakin. Ji dîrokê heya vê kêliyê êşkence û zordestî di derheqê girtiyên kurdan de tên meşandin û ruxmî vê çşkenceyê jî dîsa berxwedana herî mezin di girtîgehan de dihat meşandin. Em piştgiriya qehremanên xwe yên di zîndanên tirkiyê de li berxwe didin, dikin. Di hundir zîndanan de gelek şahadet çêdibin lê heya vê kêliyê jî bêdengiya cîhanê berdewam e. Di heman demê de rewşa Rêber Apo jî bi girtiyan re girêdayî ye. Me bi salan e tu agahî ji rewşa wî nebihîstiye û dewleta tirk li hember pêkanîna hevdîtinan bi Rêber Apo re dibe bend. Em jî dengê berxwedana xwe tevlî berxwedana zîndanan dikin û li hember cîhanê û kiryarên dewleta tirk em ê tu carî bêdeng nemînin. Em hêvî dikin sala nû bibe sala serkeftin û azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên me. Em li ser şopa pakrewanên xwe dimeşin ên ji bo azadiya welatê xwe canê xwe fedakirine. Ferzkirina tecrîdê li ser girtiyên me şermezar dikin.”
"Dengê zîndanan tê qirkirin"
Cîhan Mihemed Îbiş balkişand ser mafê girtiyên siyasî û ev tişt anî ziman: “Em piştevaniya berxwedana ku di zîndanên dagirkeriyê de tê kirin, dikin û ji bo bidestxistina mafê girtiyên xwe em ê her li ser piya bin. Dewleta tirk tedebîran ji bo girtiyan nagire. Her girtiyek siyasyî mafê wî heye ku ew bê tedewîkirin û ji nexweşiyan bê parastin, lê girtiyên me di zîndanên dewleta tirk ji mafê xwe yên rawe dûrketine. Rojane di êşkence û kiryaran re derbas dibin. Zarokên me di zîndanên dagirkeriyê de gihşêtin asta şahadetê û dîsa jî dev ji berxwedan û doza xwe bernedan. Dewleta tirk dixwaze dengê zîndanan qir bike. Em kurdin bi maf û hebûna xwe bang dikin.”