"Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkên xwe yên parastina gelan rabin"

Meclisa Gel û Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrezorê teqez kirin ku ew hemû pêkanînên ewlehiya gelên herêmê dike hedef red dikin.

Dêrezor – Li ser gefên berdewam ên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Gel a Hecînê bi daxuyaniyek ev êrîş û bombebarana berdewam şermezar kir û destnîşan kir ku pêkanîn di çarçoveya polîtîkaya wê ya sîstematîk a tunekirina gel û serdestkirina kelûpelên welat de ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berdewamiya êrîş û bombebaranên li ser gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê delîla eşkere ya hevkarî û komploya hin welatan e. Ji gelên herêmê re eşkere bû ku welatên mezin ne cidî ne li hember berpirsyariya xwe ya parastina gelê me bisekinin. Ev êrîşên dubare delîleke eşkere ye ku civaka navdewletî li hember berpirsyariyên xwe yên li hember gelan ranewestiyaye. Em bêdengiya navdewletî ya li hemberî van êrîşan şermezar dikin her wiha em bang li cîhana azad û civaka navdewletî dikin ku sînorekî ji bo van êrîşên ku sivîlan dikin hedef deynin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dikin ku qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe bikin."

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê jî komkujiya Şengalê bi bîr anî û wiha got: "Em şehîdên komkujiyê û qurbaniyên wê yên dîl û winda bi bîr tînin ku zêdetirî 5 hezar jin dîl hatine girtin û çarenûsa gelekan ji wan ne diyar e û bi hezaran jin, kesên temenê wan mezin û zarok bi tevahî hatin qetilkirin. Berpirsiyariyên vê komkujiyê bi desteka dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya hin aliyên herêmê, bi hedefgirtina Êzidiyan hewl dan koka gelê Kurd ji holê rakin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsiyarên vî sûcî û hemû kesên ku piştgirî û alîkarî DAIŞ’ê kirin bên cezakirin. Pêwîst e hemû aliyên Iraqî û navdewletî rêzê li nirx û îradeya pêkhateya Êzidî li Şengalê bigirin, nasname û dîroka wê ya çandî ya kevnar biparêzin û piştgiriya birêxistinkirina wê bikin da ku bikaribin xwe biparêzin ji bo ku komkujiyên wiha dubare nebin. Em bang li cîhanê dikin ku ji bo qurbaniyên komkujiya Şengalê dadmendî pêk were û wan biparêze."