Efganiyan di Newrozê de qedexe nas nekirin
Piştî qedexekirina 21’ê Adarê ya ji aliyê rejîma Talîbanê ve, gelê Efganistanê bi çalakiya neçûyîna kar li çiyayên binefşî Newrozê pîroz kir.
Kabîl – 21’ê Adarê li gorî çanda gelek welatên Rojhilata Navîn, weke roja sala nû tê qebûlkirin û weke cejnê, roja têkoşînê ango serhildanê tê pîrozkirin. Efganistan jî yek ji wan welatan bû lê piştî ku rejîma Talîbanê ji meha Tebaxê ya sala borî û şûnde rêveberiyê desteser kir, bi rakirina destûran û kûrbûna aloziya aborî pîrozbahiyên Newrozê pir bêdeng derbas bû. Jinan vê rewşê şermezar kir, gelê Efganistanê jî bi neçûyîna kar çalakiyan li dar xist. Efganistaniyên ku neçûn kar li rojhilatê Qabîlê li herêma Qargha li çiyayên binefşî Newrozê pîroz kir.
Li wîlayeta Daikundî jinan bi cilên rengîn xwe xemilandin
Li gelek deverên welat Newroz bi rengekî bêdeng hat pêşwazîkirin lê li wîlayeta Daikundi jin bi cilên rengîn daketin kolanan. Yek ji welatiyên ku li Golghandi Newrozê pîroz kir Shazieh Safî wiha got: “Talîban dixwaze çanda me qedexe bike. Bêguman ji ber aloziya aborî li gorî wateya wê em nikarin Newrozê pêşwazî bikin lê tu pêkutî dê li pêş pîrozkirina cejna me ya serê salê nebe astengî.”
Dixwazin Newrozê bi aştî pîroz bikin
Fazaleh Wafa, yek ji jinên Efganistanê ye, ji ber Talîbanê û jê zêdetir jî ji ber xizaniya zêde nikare ji mala xwe derkeve. Fazeleh Wafa bi gotinên; “Dema ku bi hatina Talîbanê min karê xwe winda kir ez li dibistaneke Qabîlê mamoste bûm. Ji ber vê min li malê bi zarokên xwe re Newrozê pîroz kir, ev roja dîrokî bi vê awayê derbas kirin cihê xemgîniyê ye” tîne ziman û hêvî dike ku bi zarokên xwe re gelek Newrozên bi aştî pîroz bike.