‘Edaleta ji bo Narînê te wateya edaleta ji bo hemû zarokan’

Jinên parêzvanên mafan diyar kirin ku edaleta di dosyaya Narîn Guran de were pêkanîn, wê ji bo dosyayên din jî bibe mînak û xwestin ne ‘malbat’ divê polîtîkayên ku jin û zarokan esas digrin werin pêşxistin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di dosyaya Narîn Guran a ku winda bû, piştî 19 rojan bi awayek qetilkirî hat dîtin de, kesên ku ev yek kirine derneketine holê. Dosyaya ku tê îfadekirin bi mijarên cuda ve girêdayî ye, tê destnîşankirin ku bi xwe ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve tê şopandin. Fikara civakê jî ew e ku ser dosyayê were girtin.

Jinên parêzavanên mafan diyar kirin ku Narîn weke gelek kesan ji ber polîtakayên dewletê yên bêcezatiyê hatiye qetilkirin û gotin; “Narîn bû sembol. Edaleta ku were wê pêşî lê bêcezatiyê bigre.” Der barê pêvajoyê de endama Komeleya Hêviyên Rengîn Duriye Erel, Aktivîsta Mafên Zarokan Gozde Engîn û hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm-Sena Amedê Duygu Ozbay ji ajansa me re axivîn.

‘Wê biryara di dosyaya Narînê de bibe mînak’

Endama Komeleya Hêviyên Rengîn Duriye Erel  bal kişand ku Narîn Guran ne zaroka yekem e hatiye windakirin û qetilkirin û wiha got: “Sûcên li dijî zarokan zêde bûne û mekanîzmayeke ku pêşî li vê  yekê bigre neketiye meriyetê. Edaleta ku di dosyaya Narîn Guran de were pêkanîn, wê ji bo dosyayên ji niha û şûnde jî bibe mînak. Ev nêzî 12 salan e di warê zarokan de xebatan didim meşandin. Ev bi salan e di tu qadan de zarok nayên dîtin û yan jî ji nedîtî ve tên. Armanca me ew e ku em vê rewşa jinedîtîvehatinê ji holê rakin, hemû mafên wan bixin temînatê û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Qetilkirina Narînê me hemûyan pir êşand lê belê dema ku em lê mêze dikin, dibînin Narîn ne ya yekem e. Em dibînin ku her roj careke din em heman tiştî dijîn. Zarok li ber deriyê mala xwe winda dibin û bi tu awayî nayên dîtin. Narîn piştî 19 rojan hat dîtin, dewlet li gundekî biçûk çawa zarokek biçûk nabîne? Tundî zêde dibe û careke din bûyeren destdirêjiya li dijî zarokan zêde dibin. Divê li dijî van tiştek were kirin. Divê di destpêkê de xebatên hişyarkirinê li her qadê werin meşandin. Divê ji bo zarokan qadên bi ewle û mekanîzma werin zêdekirin. Mixabin sîstema ewlehî û edaletê li Tirkiyeyê nîn e. Ger li vî welatî edalet hebûya, evqas cinayet û evqas bûyerên windabûnê çênedibûn.”

‘Kes nizane jin û zarok çi dijîn’

Duriye Erel diyar kir ku li welatê ku têgîna edaletê neketiye meriyetê, binpêkirinên herî mezin jin û zarok dijîn û wiha got: “Îro em hem ji bo Narînê hem jî ji bo zarokên din edaletê dixwazin. Îro Narîn bûye sembolek. Ger ji bo Narînê edalet were wê ji bo zarokên din jî edalet were. Tirkiye bi polîtîkayên ‘malbatê’ re hem zarokan hem jî jinan bê parastin dihêle. Em vê di her qadê de dibînin. Em li welatek ku ewlehiya jinan nayê pêkanîn û tune tê hesibandin dijîn. Ev jî dibe sedem ku zarok xwe bê parastin hîs bikin. Îro em jî weke komele dema dixwazin li Sûrê kursên xwendin û nivîsandinê vekin saziya Navenda Perwerdeya Gel jê re dibe asteng. Naxwazin jin hişyar bibin. Careke din ser sûcên li dijî jin û zarokan tên girtin. Li herêmên gundewar li hemberî wan sûcan zêdetir in û bêdeng dimînin. Kes nizane jin û zarok çi dijîn.”    

‘Berpirsê tundî û komkujiyan heman dijmin e’

Parêzvana Mafên Zarokan Gozde Engîn jî da zanîn ku di sêgoşeya tundiya ku bi dawî nebûye de fail her dem heman in û tu caran nehatine guhertin. Anî ziman ku ji ber li hemberî wan desthilatdarî hêzek gelek xirab heye, ji bo jin û zarok qadek bi ewle nemaye. Gozde Engîn destnîşan kir ku ev bûyer bi salan e bi awayekî sîstematîk didomin û kesên ku divê tedbîran bigrin tenê li vê rewşê temaşe dikin û ev tişt got:

“Divê destpêkê were zanîn ku dijmin heman e. Zihniyeta ku tundiyê li dijî jin û zarokan dike û bûye sedema hilweşîna eko û tundiyê li dijî LGBTÎ’an pêk tîne heman zihniyet e. Zîhniyeta mêr, zayendperestî û homofobîk e. Çêkera pir rêxistinên ku ji derveyî xwe ji her kesê diqehire heye. Em bûyerê weke ku qirkirina jinê hebû û wiha berê xwe daye zarokan dinirxînin, ev hemû ji destpêkê ve hebûn. Kurdistan û Tirkiye ji bo jin û zarokan tu caran nebûne cihên bi ewle. Ji ber ev nebû, îro têkoşîna mafên jin û zarokan di vê astê de zêde bûye. Îro ji bo em kîna xwe parve bikin jî em neçar dibin têbikoşin. Li hemberî me hêzek gelek sîstematîk û xirab heye, ji ber vê jî em dizanin ku wê ev belavî her qadê bibe.”

‘Tundî ji ber bêcezatiyê hatiye normalîzekirin’

Gozde Engîn destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezatiyê yên ku bûne sedema zêdebûna sûcên li dijî jin û zarokan rê li ber rizandina civakê jî vekirine û wiha got: “Sedema herî mezin a zêdebûna van sûc û binpêkirinan bêcezatî ye, failên ku li vî welatî jin û zarokan qetil dikin bê ceza dimînin. Bêcezatî rê li ber sûcên din vedike. Di gundek biçûk de nedîtina vê zarokê tu sedemek wê ya din nîn e. Hemû kesên li wê derê vê rewşê veşartin.  Ev yek ji parçeyên herî diyar ên rizandina civakê ye. Ev jî bi têkiliya hêzê ya me behs kiriye re eleqedar e. Tundî wisa bê ceza hatiye hiştin ku ji ber vê yekê zarokên difikirin ev normal e û dema destdirêjî li wan tê kirin bêdeng dimîn. Em behsa rêveberiya ku xwe bêdeng dike dikin. Her çend noramlîzekirina vê hatibe polîtîkkirin jî wê ev sûc zêde bibin. Em vê ji hev qut nabînin.”

‘Narînê rastiya vî welatî careke din nîşanî me da’

Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm-Sena Amedê Duygu Ozbay desthilatdariyê rexne kir û amaje bi wê yekê kir ku di qadên civakî de der barê mafên zarokan û ewlehiya wan de polîtîkayek bi bandor pêş nexistine. Duygu Ozbay da zanîn ku têgîna malbatê bi anîna rojevê re jin û zarokan bê parasti hiştiye û wiha got: “Qetilkirina Narînê îro bi pêşnexistina polîtîkayên der barê zarokan ve girêdayî ye. Em dibînin ku TUÎK ji sala 2016’an ve heta niha dane parve nekirine. Li cihekî ku daneyên der barê zarokan de neyên parvekirin em dikarin bibêjin ku di vê xalê de mekanîzma nehatine pêşxistin. Narînê careke din rastiya zarokên winda yên li vî welatî nîşanî me da. Em dibînin ku îro li pişt ferzkirina forma ‘malbata pîroz’ a desthilatdarî ferz dike, cînayetên jinan, destdirêjiya li ser zarokan û tundî zêde bûye.”

‘Kêmaniya polîtîkayan bû sedema qetilkirina Narînê’

Duygu Ozbay destnîşan kir ku weke di civakê de, di qada perwerdeyê de xebatên der barê civakê de nehatine meşandin û wiha got: “Di demên dawî de di qada perwerdeyê de guherîn di mufredatê de çêbûn. Li cihekî ku wekheviya zayendî dide nîşan, ev guherîna ku neyê kirin zarokan di nav civakê de dixin halê bê parastin. Ji ber kêmaniya polîtîkayên der barê parastina zarokan de Narîn hat qetilkirin. Hinek dikarin derbikevin û bibêjin ‘malbat dostê me ye’ lê li  hemberî wan jî kesek ranabe nabêje kesê ku divê empatî lê were kirin ne malbat e, li holê zarokek ku hatiye qetilkirin e. Hemû kesên ku bûne hevkarên vê cînayetê divê cezayê pêwîst bigrin û em careke din dubare dikin ku em ê bibin şopdarên pêvajoyê.”