Ebru Gunay: Isparta xala alarmê ya qeyranê ye!

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya heftane de qeyrana aborî û bihabûna ceyranê ya li Tirkiyeyê tê jiyîn anî ziman. Ebru Gunay a diyar kir ku gel li kolanan mafê xwe diqîre xwest gel bibin yek û li cem berxwedana karkeran cih bigrin.

Enqere- Berdevka HDP'ê Ebru Gunay li ser rojeva Tirkiyeyê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Ebru Gunay a ku bi qeyrana aborî ya di mehên dawî de tê jiyîn dest bi axaftina xwe kir tiştên tên jiyîn wek zilmê pênase kir. Ebru Gunay a dibêje: “Bihabûn ne tenê bi ceyranê sînorkirî ye. Welatî ji ber vê sedemê bi zêdebûna ji sedî 100 erd gaz, mazot, pir, otoban û hemû madeyên îstifadeyê re bi tarîtî, birçîbûn û zehmetiyên aborî re rû bi rû ne” bal kişand ku gel bi birçîbûnê re anîna nuqteyeke nay tehemûl kirin.
“Welatî derdikevin kolanan” 
Ebru Gunay diyar kir ku ji çar aliyê Tirkiyeyê dengên bertekan tên: “Hema li her çar aliyê welêt, welatî derdikevin kolanan û li dijî fatûreyên ku vediguherin diziyê dibêjin êdî bes e. Kolan navê we pir zelal eşkere daniyê raste. Kolan bi gotina dizî heye îtîraz dike. Bi gotina 'Hikûmet îstifa' dengê xwe bilind dikin. Ji bo awîzeyên biçirûsk ên qesrê bi şewitîn, li Ispartayê welatiyekî me bi qerisîn jiyana xwe dest da. Li Ispartayê ku germahiya hewayê daket -11 pile qutbûna ceyranê hat jiyan kirin. Vê hikûmetê bi rojan nekarî pirsgirêkê çareser bike, çareserî jî qedexekirina çapemeniyê alîgir ya Ispartayê bû. Lê bê ceyranê mayîna gelê Ispartayê rastiyek e, tu carî nikarin vê rastiyê veşêrin. Îsparta ji bo qeyrana fatûreyên ceyranê ya li Tirkiyeyê xala alarmê ye." Ebru Gunay cemewîyên ku rasti zilma elektrîke hatine jî bi bîr xist û diyar kir ku cemewî ne saziyên bazirganiyê ne.
“HDP dê bibe dengê kedkarên tenduristiyê”
Yek ji sernavên axaftina Ebru Gunay çalakiya xebatkarên tenduristiyê bû. Ebru Gunay a dibêje: “Kedkarên tenduristiyê bi mehane bi gotina ‘ked ya me ye, gotin ya me ye” qîr dikin. Gelek caran hatin Meclîsê û çalakî pêk anîn. Em bi wan re li qadan bûn, mil bi mil bûn. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê daxwazên kedkarên tenduristiyê nabîne” da zanîn ku ew ê weke HDP'ê bibin dengê kedkarên tenduristiyê.”
“Ger kedkar bi ser bikevin, hemû civak bi ser dikeve” 
Ebru Gunay diyar kir ku ew ê wekî HDP’ê heta dawiyê piştgiriyê bidin daxwazên mafdar ên gel û axaftina xwe wiha domand: “Hemû karker li qadan li ber xwe didin. Karkerên li Yemek Sepetî, Depoya Migros û gelek deverên din ji bo parastina nan û xwêdana xwe bi rojan e li kolanan in. Em jî li qadên berxwedanê ne. Em bi kedkar û karkeran re mil bi mil têkoşîna xwe didomînin. Carinan em bi xebatkarên tenduristiyê re mafên xwe yên şexsî dixwazin. Carinan em bi kedkarên Yemek Sepetî re li ber xwe didin. Ji vir em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hestiyar bin. Li gel bûna vê berxwedanê, ji bo mafan yekane rêya bidestxistina destkeftiyan e. Ger kedkar bi ser bikevin, hemû civak bi ser dikeve.”