DYA’yê Tirkiye xist nava lîsteya welatên ku zarokên leşker bi kar tîne
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di rapora bazirganiya mirovan a sala 2021’ê de da diyarkirin ku tîma Sultan Murad a Tirkiyeyê, demek dirêj e alîkariyê dide muhalifên Sûriyeyê ku zarokên leşker bi kar tînin û aşkere kir ku wan Tirkiye xistiye nava listeya welatên ku zarokên leşker bi kar tînin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tirkiye xistiye nava listeya welatên ku zarokên leşker bi kar tîne. Li gorî ajansa Reutersê; Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di rapora bazirganiya mirovan (TIP) a sala 2021’ê de da diyarkirin ku tîma Sultan Murad a girêdayî Tirkiyeyê, demek dirêj e li alîkariyê dide muhalifên Sûriyeyê yên ku zarokên leşker bi kar tînin.
Cara yekê ye welatek endamê NATO’yê dikeve nava lîsteya bikaranîna zarokên leşker
Ji aliyê rayedarên karên derve ve cara yekê ye welatekî endamê NATO’yê dikeve lîsteya bikaranîna zarokên leşker. Hat diyarkirin ku Tirkiye endamê NATO’yê, leşkerên zarok dişîne Sûriye û Lîbyayê û di mijara bikaranînê de xwedî fersendan e.
Welatên ku di nava lîsteya wezîran de cih digrin heta niha rastî aştengiyê hatine lê belê tê meraqkirin ka dê Tirkiyeya ku ketiye lîsteyê jî were astengkirin an na.