Dû xwendevanan bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan
Di nava 24 saetan de dû xwendevanên jin li du deverên cûda ya bajarokê Çemçemal bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan.
Silêmanî – Di bin navê xwekuştinê de polîtîkayên kuştin û qetilkirina jinan didomin. Hat ragihandin ku li Çemçemalê dû jin xwendewan bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dane. Nevar Elî Reşîd a di sala 2002’yan jidayîk bûye, Nergîs Sabir Elî ya di sala 2008’an ji dayîk buye bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan.
Roja 5’ê Mijdarê rêveberê polîsan ya bajarokê Çemçemalê ragihand ku di nava 24 saetan de dû bûyerên cûda li bajarokê Teke û bajarokê Şoreş yê girêdayî Çemçemalê rûdan dawî li jiyana xwe anîne.