Çaranivîsa jinên hatine binçavkirin ne diyar e

Tevgera Xweser a Jinên Afganistanê diyar kir ku Talîbanê li dijî jin û çalakvanên mafên mirovan pêleke nû ya girtinê daye destpêkirin û ji civaka navneteweyî xwest ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Xweser a Jinên Afganî ragihand Talîbana ku Afganîstanê xistiye bin kontrola xwe, pêleke nû ya girtinê li dijî jin û çalakvanên mafên mirovan daye destpêkirin û der barê bûyeran de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Wehîde Amirî hat xwendin ku beriya niha bi 29 kesan re ji aliyê Talîbanê ve hatibû revandin, bi qasî mehekê hatibû binçavkirin û rastî jêpirsînên bi rojan dom kiribûn hatibû.

Çarenivîsa kesên hatine revandin ne diyar e

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Piştî ku Talîbanê bi piştgiriya hikûmetên emperyalîst, avahiyên îstîxbarata herêmî û cîhanî Afganîstan ji nû ve desteser kir, gelek sûcên wekî girtina çalakgeran, bi darê zorê sirgûnkirina wan, îşkencekirin, kuştina mirovên bêguneh, derxistina jinan ji civakê, desteserkirina wan kir. Li gorî agahiyên herî dawî ketine destê me, roja Pêncşemî 3’ê Mijdarê, hêzên îstixbarata Talîbanê bi awayekî keyfî çalakvana jin Zeqrîfe Yaqobî û 4 hevalên wê yên mêr piştî çalakiya jinan a li herêma Deşt-e Berçî ya bajarê Kabîlê girtin. Heta niha çarenivîsa van pênc kesan ne diyar e. Mafê parastinê yê 5 kesên ku hatibûn desteserkirin hat astengkirin û agahî ji malbatên wan nehat girtin.

'Raporên îşkenceyê yên mirovan aciz dike hene'

Raporên dawî diyar dikin ku Zeyneb Rehîmî û Fariha Popalzai ji aliyê Talîbanê ve hatine girtin. Lê mixabin malbatên wan ji tirsa Talîbanê behsa girtina wan nekirin. Eşkere ye ku ev jin ji ber daxwazên mafên mirovan ên ku ji aliyê rejîma zordar a Talîbanê ve nehatine qebûlkirin, hatine girtin. Li ser êşkence û muameleya xerab ji aliyê hêzên îstixbarata Talîbanê ve nûçeyên ku mirov pê aciz dibe hene. Em bi giranî ji rewşa çalakvan û xwepêşanderên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine binçavkirin bi fikar in."

Bang li civaka navneteweyî dikin

Em van tawanan şermezar dikin û daxwaz ji gelê Afganistanê û civaka navdewletî dikin ku li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin û bi hemû îmkanên di destê xwe de dengê xwe bilind bikin. Her wiha em ji civaka navneteweyî û rêxistinên bi navê mafên mirovan daxwaz dikin ku bi rawestana li kêleka gelê Afganîstanê û banga edaletê careke din pabendbûna xwe bi nirxên mafên mirovan re îsbat bikin. Bêdengiya wan wê bibe sedema berdewamiya vê hovîtî û çewisandinê."