“Dê terorîzma we, bandorê li vîna vegerê neke”
Komîteya Koçberên Herêma Serê Kaniyê bi daxuyaniyekî çapemeniyên pilana dewleta tirk a li herêmên Sûriyê yên dagirkerî bicihkirina milyonek koçberên Sûrî, bi daxuyaniyekî çapemeniyê şermezar kirin.
Qamişlo - Di vê dema dawiyê de, dewleta tirk bi riya daxuyaniyan eşkere kir ku dê milyonek penaberên Sûriyê li Serêkaniya dagirkirî bi cih bike. Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, li ber dergehê Netewên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan ji koçberên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û saziyên Rêveberiya Xweser, Komîteyê daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê da.
Daxuyaniya ji aliyê Rîhan Hesen a ji bajarê Serê Kaniyê ya hatiye dagirkirin ve hate xwendin, wiha bû: “Bi erêkirina dewleta tirk a dagirker li ser avakirina Komelegehên Niştecibûnê li herêmên ku hatine dagirkirin li Suriyê, diyar dibe ku civaka navneteweyî êdi nikare bi erkên xwe yên mirovahî rabe. Ji destpêka ku partiya AKP’ê bû desthiladar, dixwaze ku sûdê ji guhertinên ku li Rojahilata Navîn diqewime bigre. Ev yek jî bi riya piştevaniya komên radîkal û teror ên Ihwan El-Muslîmîn tê kirin. Ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve planên wiha qirêj tên pêşxistin ji bo hin bajaran tevlî tirkiyê bike û baregehên leşkerî ava bike.”
“Bila rê li ber guhertina demografiya herêman werê girtin”
Rîhan Hesen di berdewamiya daxuyaniyê de got ku pêkanîna kiryarên bi vî rengî, pêkanina guhertina demografya herêmê ye û wiha axivî: “Beriya çend rojan serokkomarê dewleta tirk diyar kir ku hikûmeta wê ji bo koçberên Sûriyê li ser avakirina Komelgehên Niştecibûnê kar dike. Komelgeh jî dê li ser erda Sûriyê werin avakirin, li herêmên dagirkirî yên mîna (Serêkaniyê, Girê Sipî, Efrin, Ezaz û herêmên din) bi hênceta vegera koçberên Sûriyê. Ev kiryarên ku dewleta tirk a dagirker pêk tîne û bi taybet piştî dagirkirina bejahiya Sûriyê nêzî 900 km çarkoşe piştî operesyonên leşkerî li pêşiya çavên cîhanê bi giştî bû sedema koçberbûna bihezaran xelkên sivîl. Pêkanîna kiryarên bi vî rengî, pêkanina guhertina demografiya Herêmê ye û di şexsê ‘nû’ de weke sûcekî şer tê diyarkirin.”
Rîhan Hesen wiha daxuyanî bi dawî kir: “Em wekî komîteya Koçberên Serêkaniyê, plan û kiryara dewleta tirk a dagirker şermezar dikin û wekî karesatek li ser tevahî Sûriyê dibînin û pênase dikin. Dewleta tirk ji xwe re bi dosya koçberên Sûriyê dilîze û armancên xwe pêk tîne. Em daxwaz dikin ku çareseryeke ji bo kirîza Sûriyê were dayîn, rê li ber guhertina demografiya herêman werê girtin û piştî ewqas ji şer û wêrankirinê pêşerojek ji bo gel werê ditin.”
“Ev ax bi xwîna zarokên me hatiye avakirin, em qebûl nakin çete tê de bi cih bibin”
Emîna Bekir a ji herêma Efrîn a dagirkirî wiha helwesta xwe diyar dike: “Min çar zarok ji bedena xwe dane, û heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê hîn bidin bi armanca parastina axa me. Ev axa pîroz bi xwîna zarokên me hatiye avdan, em qebûl nakin ku çete û teror derbasî malên me bibin û tê de bicih bibin. Û em wekî jinên koçber piştgirtiya hev dikin û heya dawî em ê li ber xwe bidin heya vegera herêmên me yên dagirkirî.”