Du jinan li dijî êrîşan daxwazaname dan parlamentoya herêma Kurdistanê

Li Silêmaniyê du jinên çalakvanên sivîl li dijî bikaranîn çekên kîmyewî û êrîşên dewleta Tirk û Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin ku planên herdu dewletan ji bo qirkirina gelê Kurd hene.

Silêmanî- Îro li Silêmaniyê du çalakvanên sivîl ên bi navê Gerde Mawe Heme û Bêrîvan Bergarî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên rejîma Îranê daxwaznameyek pêşkêşî Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê kirin. Piştre li ber avahiya Parlamanetoyê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya ji aliyê çalakvana sivîl Gerde Mawe Heme ve hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “Em bang li hikumetê dikin ku êdî bêdengiya xwe ya li hemberî êrîş û dagirkeriya her du dewletan Tirkiye û Îranê bişkînin. Li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî, şehîdxistina welatiyan û derbaskirina sînorên xaka me û dagirkeriya herêma berfireh ku li gorî zagonên navneteweyî sûc e, bişkênin. Ji ber bombebaran û topbaranên Îran û Tirkiyeyê xelkê herêmê û gundên derdorê gelek ziyanên mezin ên madî û bedenî dîtin, malên wan xirab bûne û koçber bûne.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku di zûtirîn demê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê rûniştinek taybet li ser êrîşên hovane û ne rewa yên dewleta Tirk û Îranê li dar bixe da ku serweriya xaka Kurdistan û gelê Kurd biparêzin.