Doza Weqfa Hîranûr hat taloqkirin

Doza Weqfa Hîranûr a ku bi zewicandina H.K.G ya di 6 saliya xwe de û êrîşa zayendî ya li dijî wê çêbûbû ket rojevê, hat taloqkirin. Jinên ku bertek nîşanî qedexeya weşanê ya têkildarî dozê dan, diyar kirin ku ew ê zarokan teslîmî tarîtiya terîqetê nekin.

Stenbol- Doza der barê H.G.K ya 6 salî ya keça damezrînerê Weqfa Hîranûrê ku girêdayî Cemaata Îsmaîl Aga Yusuf Ziya Gumuşel di bin navê “zewacê” de rastî tecawizê hat, hat vekirin berdewam kir.

3'yemîn danîşan dozê de bav Yusuf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel ji sûcê “bi awayekî xelekê êrîşa zayendî ya li dijî zarok” 22 sal û 6 meh, Kadîr Îsteklî jî ji sûcên “bi awayekî xelekê êrîşa zayendî ya li dijî zarok” û “êrişa cinsî” 67 sal û 10 û 15 roj cezayê girtigehê dihat darizandin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Anadoluyê hat dîtin.

Danişîn hat taloqkirin

Di danişîna bi awayekî girtî hat dîtin de, bersûcên girtî Yusuf Ziya Gumuşel Kadir Îsteklî û Fatma Gumuşel a bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan amede bûn. Li 2 şahidan hat guhdarkirin û şandeya dadgehê rûniştinê taloq kir. Di danişînê de li 2 şahidan hat guhdarkirin, şandeya dadgehê biryar da ku li şahidek din jî were guhdarkirin

‘Em ê jiyana xwe teslîmê terîqetan nekin’

Beriya danişînê Tevgera Femînîst a Çep li ber edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta "Em ê jiyana xwe teslîmê terîqetan nekin” hat vekirin de, li ser navê jinan Gîzem Gul Kurekçî axivî. Gîzem Gul Kurekçî da zanîn ew şopdarên dozê ne û wiha got: “Em ê tu carî dev ji şopandina doza edaletê bernedin. Parastina doza H.K.G'ê, parastina jiyan û hêviyên zarok û keçên li çar aliyên welat e û li dijî derketina teslîmkirina zarokên sêwî ya ber bi tarîtiya terîqatê ye.”

'Jin û zarok dê tu carî bi tenê nemînin'

Piştre Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li ber edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankartên "Em ê ji kesên hevkarên êrîşa zayendî ne hesab bipirsin” hatin hilgirtin de, Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm axivî. Fîdan Ataselîm diyar kir ku ew ji bo doza jineke ku dengê wê tê xwestin bê tepîsandin li wir in û wiha got: "Tevî ku êrîşa zayendî ya zarokan diyardeyek e ku dikare pêşî lê bê girtine jî ji ber ku qanûn bi bandor nayên bicihanîn em dubare nûçeyên êrîşa zayendî dibihîsin. Lê baş e ku têkoşîna me heye. Jin û zarok dê tu carî bi tenê nemînin.