Doza Narîn Guran di roja xwe ya 2’emîn de ye
Danişîna duyemîn a doza têkildarî qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî di roja duyemîn de bi parastina kiryaran berdewam dike.

Amed- Danişîna duyemîn a doza ku dê bersûcên Narîn Guran a li Navçeya Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin bên dîtin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di roja 2'yem de berdewam dike. Di rûniştina dozê de gelek serok û parêzerên baroyê, Baroya Amedê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê, nûnerên sazî û komeleyên zarok û jinan, nûnerên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî û endamên meclîsê amade bûn.
Rûniştin dê îro bi parastina kiryar û parêzerên kiryaran berdewam bike.