Doza Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel hat taloqkirin
Danişîna doza derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Danişîna ewil a doza der barê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Sebahat Tuncel, li Girtîgeha Sîncanê bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bû lê Kişanak ji ber Doza Kobanê, nikaribû beşdarî danişînê bibe.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel a ku di danişîna bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir de axivî, got ku dosyaya jê tê darizandin bi dosyaya Doza Kobanê re kirine yek lê belê li ser biryara Dadgeha Bilind, beşek ji dosyayê kirine yek. Sebahat Tuncel, anî ziman ku ji ber daxuyaniyên xwe bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin û wiha got: “Sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ bi Doza Kobanê re kirine yek lê ya ‘propagandaya rêxistinê’ li Meletiyê didome. Nîvê dosyayê li Meletiyê û nîvê din jî li Enqereyê ye. Divê biryara yekbûna dosyayan bê betalkirin.”
Piştre jî parêzerên Tuncel axivîn û xwestin ku biryara yekbûna dosyayan were betalkirin. Heyeta dadgehê jî ji bo temamkirina kêmaniyên di dosyayê de danişîn taloqî 9’ê îlonê kir.