Doza Gulîstan Doku ‘Ez dizanim kujer kî ye’
Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulîstan Doku de qeydê dengê Umut Altaş ê li DYE’yê hatibû binçavkirin û li bendê ye ku radestê Tirkiyeyê were kirin derketin. Umut Altaş dibêje: “Hemû tiştên ku dosyayê bigrin di dest min de ne. Ez dizanim kujer kî ye.”
Amed – Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulîstan Doku de yek ji kesên gumanbar Umut Altaş ku reviyabû DYE’yê qeydên dengê wî derketin holê. Di qeydên deng de Umut Altaş dibêje: “Ez her tiştû dizanim.”
Li gorî nûçeyê ajansa JIN NEWS’ê Umut Altaş ku li qereqolê bi mirovekî xwe re axiviye û di qeydên deng de dibêje ku ew dixwaze rayedarên li Tirkiyeyê pê re têkilî daynin.
Di qeydên deng de Umut Altaş wiha dibêje:
“Ez ê her tiştî bibêjim. Di destên min de her tiştê ku dosyayê bigre heye. Ez dixwazim rayedarên Komara Tirkiyeyê xwe bigihîjînin min. Delîlê her tiştê destê min de ye. Her tişt bi delîlên xwe di destê min de ye ez ê bidim. Ez ê kujer bidim destê wan. Lê pêwîst e li min bigerin. Ez ê bê kêmasî her tiştî vebêjim. Ez ê ji nişkave her tişt bidim.”
Di berdewamiya gotinên xwe de Umut Altaş dibêje ku pêwîst e dozger û berpirsên konsolosxaneyê têkiliyê bi min re daynin û gotinên xwe wiha didomîne: “Pêwîst e min îşev ji vir derbixin. Xwe bigihîjînin dozger û konsolosxaneyê, ji wan re bibêjin delîl û agahiyên ku kuştinê veşêrin di destên min de yn. Bi awayekê tekez kê kuştiye dizanim û her tişt di dest min de ye.”
Piştî derketina qeydên deng, careke din hemû bal çûn ser lêpirsîna Gulîstan Doku. Dosyaya ku demek dirêj e di rojeva raya giştî de ye, mijara meraqê ew e ku piştî îdiayên Umut Altaş rayedarên dadwerî yên Tirkiyeyê wê çi gavan bavêjin.