Doza girtina KCDP: Êrîşek li hemberî têkoşîna me ye
Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) hate vekirin. KCDP da diyarkirin ku doza girtina li ser KCDP êrîşek li hemberî têkoşîna wan e.
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê tê xwestin ku derbarê jinan te çi hebe bê tinekirin. Platforma Em ê Pêşî li Cinayetên Jinan bigrin ji sala 2021’an ve li ser pêşîlêgirtina kuştinên jinan xebatên girîgn dimeşîne û dozên xwe dişopîne. Bi sûcdariya “Li dijî qanûn û ehlakê xebatan dimeşîne” doza fesihkirinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin hate vekirin. Komeleyê têkildarî doza girtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku beriya 12 salan ketine rê û dosyayên jinên jiyana xwe ji dest dane ku ji aliyê dadgehan ve hatine girtin ji wan re tên ragihandin.
“Emê fêrî van bê hiqûqiyan nebin”
KCDP ya derbarê mijarê de daxûyanî da wiha got: “Bi îddîayên bêhiqûqî û tu bingehên wan tune ne bi sûcdariya ‘Li dijî qanûn û exlaq xebatan dike’ doza feshkirinê li komeleya me hatiye vekirin. Îdîayên wan ew in ku giliyên cuda yên li dijî komeleya me ji aliyê dadgehê gumana sûc ava kiriye. Di van serlêdanên nivîskî de jî tê diyarkirin ku ‘Di bin banê parastina mafên jinan dixwazin malbatê tune bikin û malbatê parçe dike’. Bi van îddîayên bêhiqûqî û xwe naspêrin tu rastiyê dixwazin sûcekî li me bar bikin. Divê hemû raya giştî bizanibe Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin li pêşiya her edliyeyê çalakî kiriye. Ji bo me ev doz ne dûrî têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”