Divê têkoşîn li dijî pergala ku mirinê ferz dike were zêdekirin

Li Tirkiyeyê her roj nûçeyên qetilkirina jinan dikevin rojeva me. Ji Komeleya jinan a Rosayê Rûken Erguneş diyar kir ku ev pirsgirêk, a pergalê ye û bang kir ku têkoşîna li dijî vê pergala ji bo jinan şîdetê rewa dibîne û mirinê ferz dike were zêdekirin

Amed- li Tirkiyeyê li dijî jinan şîdeta fizîkî, psîkolojîk, zayendî yan jî aborî her roj  zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê roja sê jin tên qetilkirin. Platforma Qetilkirina Jinan Bidin Sekinandin raporek ji bo meha borî weşand û ragihand ku tenê di meha Çileyê de ji hêla mêran ve  23 hatine qetilkirin. Di du hefteyên destpêkê yên meha Sibatê de, gelek nûçe der barê qetilkirina jinan de ketin rojevê. Ji komeleya Jinan a Rosayê Rûken Erguneş, zêdebûna qetilkirina jinan a li Tirkiyeyê nirxand.
"Rojê sê jin tên qetilkirin” 
Rûken Erguneş diyar kir ku qetilkirina jinan ku hê jî wekî bûyerek lokal raya giştî re tê ragihandin, di esasî de hatiye rewşa qirkirina zayendî û di zêdebûna qetilkirina jinan de berpirsyar pergal bi xwe ye. Rûken Erguneş bal kişand ku li welat jin tên paşguhkirin û got: “Rojane navînî sê jin tên qetilkirin. Îro li welat yek ji pirsgirekên mezin zext û paşguhkirina jinan a bi awayekî sîstematîk e. Di nava pergalê de kî dibe bila bibe û bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive, li her qadê li ser navê jinan biryar tên girtin."
"Biryarên dûrxistina ji malê jinan naparêzin"
Rûken Erguneş, diyar kir ku Gulistan Şaylemez di 15’ê Çileyê de li Amedê ji hêla birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin û gotinên xwe wiha domand: “Jina ciwan a bi navê Gulistan meha borî li Amedê hat qetilkirin. Di heman demê de ew jina ku hat qetilkirin jî xwediyê biryara dûrxistinê bû. Em pir baş dibînin ku ev biryarên dûrxistinê nema jinan diparêzin. Em her roj xebera komkujiya jinan digirin. Li Amedê mirina bi guman a jinan û xwekuştinên jinan roj bi roj zêde dibin. Raporên mirinê di heman rojan de ji bajarên cuda tên. Em niha jê re dibêjin qirkirina zayendî ya jinan. Dixwazin Peymana Stenbolê ya ku destkeftiya jinan e ji holê rabikin. Ev hemû di rastiyê de ji mêran re peyamek e, em vêya çawa bigrin dest, çawa bibînin. Em difikirin ku jinên bi şîdetê re rû bi rû dimînin gelek in û em ve jî bibêjin ku mêr tên teşwîqkirin.”
"Ger em mil nedin hev dê zêdetir jin werin qetilkirin"
Rûken Erguneş bang li jinan kir ku li dijî pergala ku tundiya li dijî jinan rewa dibîne dibe sedema qetilkirina wan têkoşîna rêxistinbûyî zêde bikin. Rûken Erguneş wiha axivî; “Pêvajoya beşdarbûna li her qada ku jin lê hene welat ber bi demokrasiyê ve dibe. Lê îro zilamek heye ku wekheviya jin û mêr di malan de jî qebûl nake û pergal jî piştgirî dide vê yekê. Ev hemû piştgirî didin hev. Em cudahî di navbera zîhniyeta ku jinan qetil dike û pergala ku dixwaze dengê jinên ku li dijî wê rêxistinbûyî bigire de nabînin. Edî nikarin qetilkirina jinan bi tu awayî veşêrin. Ger em li dijî wê şer nekin û mil nedin hev dê zêdetir jin werin qetilkirin. Pêvajoya pandemiyê ji bo vê yekê bû mînaka herî mezin.”
"Pergala heyî bi xwe alozî û pirsgirêk e"
Rûken Erguneş bi gotinên "Em li kîjan qadê bin em li dijî wan bi rêxistin dibin û hewl didin xweparastina xwe ava bikin" bi bîr xist ku li welatê mafê axaftinê ji jinan hatiye girtin, ew hîs dikin ku rojên herî nexweş û xirab dijîn û newekhevî bi aşkerayî di pratîkê de ye û wiha bi dawî kir: “Îro, xebatên paşverû yên ji aliyê pergalê ve tên meşandin, herî zêde bandora neyînî li jinan dikin. Ev polîtîka xwe li ser jinan bi teşe dike, mafê axaftinê ji destên wan digre. Em dizanin ku jixwe cudakarî di qonaxeke wisa de pêk tê. Di bin navê 'namûsê de jin tên qetilkirin. Ji ber vê yekê, ev pergal, bi xwe alozî û pirsgirêk e. Ger em Îro bi vê hişmendiyê, tevnegerin û neaxivin, tenê bikevin xema qetilkirinê, emê wan mafdar derxin û wekî ku me tiştek fêm nekiribe werin hesibandin.”