‘Divê têkoşîn di navbera tevgerên jinan de bê xurtkirin’
Çalakvanên Tûnisî ji bo çareseriya pirgirêkên jinan bang li tevgerên jinan kirin û diyarkirin ku divê tekoşîna hevpar were xurtkirin.
ZOHÛR EL MEŞREQÎ
Tûnis- Gelek tecrûbeyên jiyanî diyar kir ku pirsgirêkên jin li Tûnis û dewletên herêmê yên tên jiyîn wekhev in û dibe ku çareseriyên wan jî wekhev be. Bi nêrîna jinên Tûnisî yên çalak û zane niha dem dema xurtkirina çareseriya pirsgirêkan e.
‘Kêmbûna pêkvejiyanê rewşa jinan xerabtir kiriye’
Mamosteya Zanistên Siyasî Meriyem Bin Salêm bal kişand ser girîngiya hevgirtina di nava tevgerên civakî de û wiha vegot: “Divê hevgirtina di navbera tevgerên civakî de bê xurtkirin. Her wiha xurtkirina xebata îsal ji bo xizmetkirina pirsgirêkên jinan û parastina mafê wan, bi taybet di vê rewşa aborî, siyasî û civakî de ku tê jiyîn, girîng e. Ji bo pêşxisitna têkiliyên civakî koordînasyona di navbera tevgerên jinan de ji Tûnisê bigire heya welatên Afrîkaya bakur gelek girîng e. Kêmbûna pêkvejiyanê rewşa jinan xerabtir kiriye û gelek pirsgirêk bi xwe re avakiriye. Tevnhevkirin bi rêya girêdana têkiliyan hevpariyê û zêdekirina çalakiyan di Tûnis û derveyî wê de pêkan e. Divê rewşa siyasî û guhartinên ku rû didin li ser tevgerên civakî û jinan tu bandorê ava neke.”
‘Guhartina hikumetan kar asteng dikin’
Meriyem bin Salêm got: “Guhartina hikumetan li Tûnis, Afrîkaya bakur û welatên herêmê karê rêxistinan, koordînasyon û çalakiyên wê têk dibe. Di heman demê de pêkanîna planan jî asteng dike. Bi awayek xurt bandorê ser pêvajoya torkirin, diyalog û danûstandinên ku ji bo jinan têne kirin, dike.”
‘Ji bo jin mafê xwe nas bikin divê têkoşîn bikin’
Çalakvana Hiqûqî Merwa Elî xuya kir ku ji bo jin mafê xwe nas bikin divê cih di nava rêxistinên mafê mirovan de bigirin û wiha got: “Ji bo ku jin mafê xwe nas bikin û rê nedin kesek ku wan sucdar bike, divê cih di nava rêxistinên mafê mirovan de bigirin. Ne karkirina jinan ku bi salan kişandiye, sedema tunebûna civaka sivîl û rêxistinnan di nava civakê de bû. Îro jin ji bo danasîna mafên xwe ya civakî û aborî gelek ked û têkoşîn dide.”
‘Bi şikandina bendên tirsê jin digîhêje rastiya xwe’
Merwa Elî bi tekezkirina ku jin divê benda tirsê bişkînin û bi mafê xwe ya rewa bang bikin dawî li gotinên xwe anî: “Divê jin benda tirsê û şermê bidin şikandin. Cesaretê bigrin ji bo xwestina mafên xweyên rewa. Her wiha divê rêxistinên karê xurtkirina tevnhevkirinê ji bo xizmetkirina rewşa jinan bikin. Jin bi îrade û baweriya xwe dikare hemû karan bide meşandin. Ew dikare her cureyê istismar û sucdarkirina li dijî wê red bike. Divê zagon û peymanên cîhanî têkevin xizmeta kedkarên jin û mafê wan biparêzin.”