‘Divê parlementerên jin ji bo mafên jinan bixebitin’

Jinên Koye bi mebesta hilbijartina parlementoya, serkeftinê ji bo namzetên jin xwestin û daxwaz kirin ku dema namzetên jin çûn parlementoyê, ji bo mafên jinan bixebitin.

ŞIYA KOYE

Koye – 7’ê Mijdarê dengdan taybet li Iraqê hat çêkirin. Milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê, beşdarî hilbijartinê bûn. Îro jî dengdana giştî tê kirin ku bi awayek giştî mafê 21 milyon û 404 hezar kesan yê dengdanê heye. Sibe wê 31 hevpeyman (tifaq), 38 partî, 75 namzetên serbixwe ku ji 7 hezar û 769 namzetan pêk tê, ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê wê bikevin pêşbaziyê. Proseya hilbijartinê ji 809 navendên dengdanê yên li seranserê Iraqê tê kirin, bi ser 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê hatiye belavkirin.

Jinên ji navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê serkeftinê ji bo namzetên jin xwestin û anîn ziman ku bendewariya wan ew e ku parlementerên jin ji bo mafên jinan bixebitin.  

‘Bila jin ji bo mafên jinan bixebitin’

Berjîn Osman Abdullah balkişand ser girîngiya dengdana jinan a bi îradeya wan û têkildarî mijarê wiha got: “Tu zextek li ser min nîne, ez bi awayek azad deng didim. Hemû kes azad in dengê xwe bidin kê. Ez ji jinên namzet re serkeftinê dixwazim. Ez ji hemû jinan re dibêjim dengê xwe bidin wan jinên ku xebat dikin û tên nasîn. Jin dema çûn parlementoyê, bila ji bo mafê jinan bixebitin. Ez piştgiriya jinan dikim, bila jin deng bidin jinên xwedî helwest û jinên ku xebat bikin.”

‘Ya girîng ew e ku mafên jinan û gelê Kurd bê parastin’

Seyran Adulwehîd jî balkişand ser mafê azadiya dengdanê û wiha got: “Ez wek jinek Kurd azad im dengê xwe bidim kê. Ji ber wê yekê daxwaza min ew e ku hemû jin wek min bi îrade û wêrek dengê xwe bidin wan kesên ku jê bawer in. Tu cudahî di navbera namzetên jin û mêr de nîne. Jin hene ji mêran zêdetir wêrektir in û dikarin zêdetir bixebitin. Ya girîng ew e ku serkeftî bin û ji bo maf gelê Kurd bixebitin. Ji ber wê tu cudahî di navbera jin û mêr de nîne, ya girîng ew e li parlementoya Iraqê mafên jinan û xelkê biparêzin.”

Di dengdana taybet ku roja 9’ê Mijdarê destpê kir de, nêzî 11 hezar deng li sînorê Koye hatin avêtin û li Teqteq 10 hezar û 220 deng hebûn. 8 navend û 35 cihên dengdanê hatibûn vekirin.